Diyarname
Di lîgên welatên cur bi cur de şampiyon diyar dibin. Vê hefteyê li Îtalya, Spanya û Îngilistanê şampiyon diyar bûn.
Barça bû şampiyon
Li Spanyayê piştî ku tîma duyemîn li hemberî tîma di rêza yekemîn de Barselona ye. Barselona vê hefteyê li hemberî Mallorca 2-1 têk çû. Lê di heman demê de tîma di rêza duyemîn de Real Madrîd jî li hemberî reqîbê xwe Villareal bi 3-2 têk çû. Bi vê yekê Barselona di 86, Real Madrid jî di 78 pûanan de ma. Hê du hefte ji qedandina lîgê re heye, bi van encaman û pûanan Barselonayê şampiyoniya xwe ragihand.
Barselonayê nava vê hefteyê di Kûpaya Qral a Spanyayê de jî bi ser ketibû û kûpa bi dest xistibû. Yanê piştî Kûpaya Qral vê carê dê kûpaya lîgê jî bi dest bixe. Niha Barselona dixwaze kûpaya sêyemîn jî îsal bi dest bixe. Ew jî Kûpaya Lîga Şampiyonan a Ewropayê ye ku Barça niha di fînalê de ye.
Li Îtalyayê hew Înter heye
Înter ku li Îtalyayê ev çend sal in ser hev dibe şampiyon ev kevneşopî îsal jî neguherî. Ber du hefteyan ku lîg bi dawî bibe Înter bi 78 pûanan e û AC Milan jî bi 71 pûanî ye. Û bi vê encamê Înterê şampiyoniya xwe îlan kir.
Şampiyon: MCU
Li Îngilistanê jî şampiyonê îsalê Manchester United e. MCU vê hefteyê bi reqîbê xwe yê xurt Arsenalê re li mala xwe bi 0-0 ma û tenê pûanekê girt. Bi vê yekê bû 87 heft pûan û berî lîg bi dawî bibe bi hefteyekê bû şampiyon. Tîma duyemîn Liverpool niha di 83 pûanan de ye.
BJK gav bi gav diçe
Li Tirkiyê bi lîstina maçên îro re ji dawîbûna lîgê re du hefte maye lê hê şampiyon diyar nebûye.
Lîderê lîgê Beşîktaş îro li Enqereyê bi Ankaragucu re lîst û bi 3-1 bi ser ket. BJK bi 65 pûanan yekemîniya xwe domand. Tîma di rêza duyemîn de Sivaspsor jî Hacettepe bi 2-1 têk bir û duyemîniya xwe domand. Yê Sivassporê jî 63 pûanên wê heye. Di rêza sêyemîn de bi 62 pûanan Trabzonspor heye.
Kocaeli û Hacettepe di rêzên dawîn de ne û ji lîgê ketin. Tîma sêyem ku dê ji lîgê bikeve hê nediyar e.
Ji dêvla wan sê tîm dê derkevin Lîga Super a Tirkiyeyê. Diyarbekirspor û Manîsaspor hefteya borî derketina xwe ya Lîga Super ragihandibû û ji bo tîma sêyemîn jî maça dawî îro di navbera Karşiyaka û Kasimpaşayê de li dar ket. Kasimpaşayê bi 2-1 Karşiyaka têk bir û wekî tîma sêyemîn derket lîga super.


