logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pêşbaziya ‘Bi Çîrokekê Bihar Tê / Bi Hîkayeyke Wesar Yeno' dest pê dike!
  2. Fîlmên Cannesê eşkere bûn
  3. Dawiya hefteyê hin çalakî
  4. Va ne 170 hakêmên li Kûpaya Cîhanê wê firfirokê pif bikin
  5. Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê
news-details

Mesela 'diziya berheman' û hevreşkirin

  • Dîrok: 01/07/2016
  • Beş: Serbest

Omer Dilsoz

Berî her tiştî min divê bêjim, ev gengeşe bi min gelekî tahl e û mixabin, ev di nav me de, bi awayekî bêinsafî heye.

Gelek caran, em bûne şahidê îdîayên bi vî rengî. Bi ya min divê mirov çend pirsan ji xwe bike berî ku mirov der barê berhemekê de qinyata xwe diyar bike. çi ko te dî pêşiyên me dibêjin, "herifandin hêsan e, a zehmet avakirin e."

Ji bo avakirinê jî berî her tiştî divê mirov bi "zimanekî avaker" berê xwe bide hin pêşhatan û bi sebir, bi delîl û ispat angaştên xwe der bibe, nexwe wekî dîtir tenê dê bibe "hîmê ser berfê" ku ew jî heta hilatina tavê ye emrê wê...

Cihê dax û mixabinê ye, li ser medyaya civakî, em gelek caran dibin şahidê nîqaşên bi vî rengî, îdîa ew e ku "filan berhem siya filan berhemî ye" û pê re êdî agir bi dehl û daristanê dikeve; kesên dost û heval te dî bi carekê de xwe di nav nîqaş û gengeşeke bêbinî de dîtin. Hevdu herimandin pir hêsan e, lê a girîng, mirov, hev du mezin bike û serkeftina her hevalê/a me di warê afirandina berhemê de serkeftina miletê me ye, ya hivz û bîra civaka me ye. Çêyî, yên me hemûyan in, xirabî û kêmasî jî her wisa...

Ne baş e ku mirov li ser xwe nimûneyê bide, lê ji bo mebesta min zelal bibe min divê çend tiştan bibêjim:

Di sala 1996'an de, li Colemêrgê min helbesta xwe "janda" risand, hingê hayê min ji tu kesê nebû. Ne Rênas Jiyan, ne jî tu kesek dî. Ez bawer im, hingê hêj berhema "Janya" derneketibû. Ev hê jî wekî destxet di ajandayên min de heye. Piştre piştî salên 2000'î li hin bajarên Kurdistanê "rewşa awarte" hate rakirin, êdî kurdî belav bû, hayê me ji hev du çêbû. Piştre ez pê hesiyam ku Rênas Jiyan helbestek nêzî wî navî ristiye, min rabû helbesta xwe veşart. Sala 2006'an bi navê Gulgever weşand. Ez nimûneyek dî jî bêjim; Navê romana min a ewil "Hêviyên Birîndar e" Piştî salan ez pê hesiyam ku bi vî navî li rojavayê Kurdistanê dîwanek helbestan derçûye. Paşê min û xwedanê vê dîwanê hev du nas kir; navê berhemên me eynî bû, lê naverok bi temamî cuda... A sêyan jî, Berbiska Zer, romanek e li ser "gorên komî", ev romana min di sala 2012'yan de derçûye, îsal di Pêşbirka Şanoyê ya Batmanê de rêzdar Erol Balci, bi berhemekê yekemîn hat hilbijartin; gava ku şanoya wî dinerî dibêjî qey Berbiska Zer e, naverok pir dişibe hev. Lê ez baş dizanim ku piştî Erol Balci ev berhema xwe nivîsand paşê haya wî ji Berbiska Zer çêbû û ew xwend. Ew jî pir heyirî. Lê min tu kes bi "dizîyê" tohmetbar nekir, çimkî ez baş dizanim ku li welatekî ku agirek li dar be, her kes dê vî agirî bi çavê xwe bibîne. Ev nayê wê wateyê ku em tev çavê kesê yeke dîtî wê şewatê dibînin.

Heta ez ji bo we bêjim, carinan tu tiştekî lêdikî, dirêsî, dibêjî qey te ew tişt ewilê gotiye û te kifş kiriye, lê piştî dûçûneke kin dibînî ku kesek dî, li welatekî dî, berî sedsalan heman gotin kiriye, heman nêrîn aniye ser zimên.

Dostên min ê xweştivî, rica ye, hev du neêşînin. Em tev di bin bandora hev de dimînin, ev tiştekî normal e. Heta carinan ji bo xemilandina berhema xwe normal e mirov "agirê cîranan" bixwaze.

Ez rica dikim, ev gotinên min wekî "meşrûkirina diziya berheman" neyê fêmkirin, tiştên wiha jî hene, lê berî ku mirov bigihîje qinyateke wiha divê mirov pir bi baldarî nêzikî tiştan bibe. 

***

Nivîsên li ser vê nîqaşê hatine weşandin: 

- Dilşêr Bêwar: Nêrînek dîtir li Perde û Gêrîneka Guercinayê 

- Cîhan Roj: LÊ EZ ŞOQ NEBÛM! 

- H.Kovan Baqî: - Şoqek bêwext û du roman   

- Cîhan Roj: - Perde, Gerîneka Guernîkayê û rola cesareta qelemê


Parve Bike

Youtube Me

Derdê xelkê çi ye? Derdê me çi ye?

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news
  • 29 03 2026

Strana Avê: Di Navbera Hişkesaliya Zêhnî û Vejîna Rihî de

news
  • 27 03 2026

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news
  • 26 03 2026

Binêrin akademîsyenên tirk çi kirin?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Afîşên "Bila Andimiz Betal Bibe" hatin daliqandin

ad

Ji bo Eurovisionê welatên fînalîst diyar bûn

ad

Di 18 saliya xwe de dîrok nivîsî

ad

60 navend: Va ye bajar bi bajar bernameya mîtîngên Yeşil Sol Partî

ad

Dîroka maça Fenerbahçe-Beşîktaşê diyar bû

ad

Der barê nivîskarê Postayê de lêpirsîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pêşbaziya ‘Bi Çîrokekê Bihar Tê / Bi Hîkayeyke Wesar Yeno' dest pê dike!

  • 10 04 2026
news

Fîlmên Cannesê eşkere bûn

  • 10 04 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakî

  • 11 04 2026
news

Va ne 170 hakêmên li Kûpaya Cîhanê wê firfirokê pif bikin

  • 10 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname