logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Portreya mehê: Fatma Savci

Mixabin di nav kurdan de gelek hindik nivîskarên jin hene. Di nav yên hene de jî hinên di warê xwe de baş serketî hene k

  • Dîrok: 03/07/2016
  • Beş: Portreya Mehê

Diyarname

Mixabin di nav kurdan de gelek hindik nivîskarên jin hene. Di nav yên hene de jî hinên di warê xwe de baş serketî hene ku yek ji wan jî helbestvan û nivîskar Fatma Savci ye.

Savci, di sala 1974'an de li gundê Girêmîra ya Nisêbîna Mêrdinê hatiye dinê û li heman gundî dibistana seretayî xwendiye. Ew hê ji zarokatî ve keçikek çalak bû û ji ber vê çalakbûn û xebata xwe ya ji bo têkoşîna kurdan di sala 1992'yan de, di 18 saliya xwe de tê girtin. Fatma Savci heta sala 2003'yan girtî dimîne. Bi giştî di 8 girtîgehan de dimîne û diçe kîjan li wê derê jî xebata xwe ya nivîsê ya bi kurdî didomîne. 

Helbestvan û nivîskar Fatma Savci wekî gelek ciwanên kurd ew jî dema dikeve nav têkoşînê li wir hînê alfabeya kurdî û nivîsandina bi kurdî dibe, li wir dest bi nivîsandina kurdî dike, dema dikeve girtîgehê vê xebata xwe didomîne, xurtir û gurtir dike. Ji girtîgehê nivîs û helbestên lê dike dişîne derve ji bo kovar û rojnameyan. Nivîsên wê di kovara Jiyana Rewşen û rojnameya Azadiya Welat de têne weşandin.  Piştî derketinê jî nivîsên wê di rojname û kovarên bi  kurdî de tên weşandin

Ew jî wekî gelek girtiyên din li girtîgehê nivîsên xwe li ser pelên qaxizê cixareyê, pelên ziravik û hema çi qaxiz dikeve dest dinivîse. Dema derdikeve derve jî bi heman awayî xebata xwe ya nivîsê didomîne. Û êdî derfetên çapkirina pirtûkên wê jî derdikevin holê.

Yekemîn pirtûka wê bi navê "Gulên Qasid" derdikeve. Ev pirtûka wê ya helbestan di sala 2006'an de ji Weşanên Avestayê dertê, piştî vê ji nivîskarên din cuda heta roja îro jî pirtûkên wê tenê ji Avestayê derdikevin.

Piştî vê pirtûka yekemîn pirtûkên wê yên din "Xewnên Zîvîn" (ceribandin), "Bîra mirinê" (helbest), "Şewq û payîz" (helbest), "Ristika Morîkan (çîrok) jî ji Avestayê derketin. 

Nivîskar û helbestvan Fatma Savci piştî rizgarbûna bajarên Rojava par çû Rojava û li wê derê geriya, bi rayedarên kurd re axivî û di vegerê de ev gera xwe kir pirtûk. Piştî rizgarkirina bajarên kurdan ên Rojava, Savci yekemîn nivîskar bû ku bi vî awayî berê xwe dide Rojava û di vegerê de çavdêriyên xwe dike pirtûk. Ev pirtûka Savci di dawiya 2012'yan de ji Weşanên Avesta bi navê "Ber bi Binxetê ve" hat weşandin.

Savci herî dawî pirtûka xwe “Dotmara Lal” (Avesta, Helbest, 2014) pêşkêşî xwendevanan kir. Ew niha li Swêdê dijî û di heman demê de wekî mamoste dersên bi kurdî dide.

 

Di çalakiyeke çandî de Fatma Savci helbestên xwe dixîne. 

Parve Bike

Youtube Me
Portreya Mehê - Nivîsên Dawî
news
  • 02 07 2025

Bi salan e li ber Kela Hewlêrê wêneyan xêz dike

news
  • 17 09 2024

Parçeyek ji dîroka kurdan: Mehmed Emîn Bozarslan 90 salî ye

news
  • 17 06 2024

Ji bo klamên Germiyanê 41 salên xwe dan

news
  • 25 04 2024

Doktorê alîkariya birîndar kir, Dr. Ciwan Hemî

news
  • 21 02 2024

Selîm Temo: Çanda xwe biparêzin û ragihînin nifşê nû

news
  • 02 10 2023

Portreyeke cihêreng: Ev 25 sal in li Hewlêrê parfuman çêdike û difroşe

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dîplomaya Lîsansê ya Ekrem Îmamoglu jî betal kirin

ad

Dengek tirkî ji 'Uludere Muzik Vadisi' ya Şirnexê

ad

Vê hefteyê bilêtên maçê 1 TL ne

ad

4 pirtûkên nû hatin belavkirin

ad

Termînolojiya kurmancî û rexneyek

ad

Cixare wê bi reçeteyê bê firotin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname