MÊRDÎN (DÎHA)
Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Gok bang li raya giştî kir ku ew ji bo rakirina ‘qedexeyê’ û vegera gelê Nisêbînê ya malên xwe bi awayek hestiyar tevbigerin.
Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Gok ji bo rakirina qedexeya 14’ê adarê hatiye destpêkirin rabe û gelê Nisêbînê vegere malên xwe daxuyaniyek nivîskî da. Hevşaredaran di daxuyaniyê de sersaxî ji gel û malbatên zarokên wan di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane xwest û ev tişt gotin: “Divê êdî gelê me yê ku li hember hemû êrîşan warê xwe bernedayî vegera malên xwe. Ji bo vê yekê em bang li hemû gelan dikin ku deng bidin gelê Nisêbînê.”
Di daxuyaniya de hevşaredaran bal kişand ser koçberbûna dehezaran welatiyan û wiha berdewam kir: “Bi hezaran gel koçber bûn û neçar ma biçe navend û navçeyên Mêrdînê. Niha gelê me yê koçber bûye hêdî hêdî vedigere navçeyê, lê 6 taxên me bi têlan hatine dorpêçkirin. Em hê jî nizanin ka dê qedexe li van 6 taxan çiqas berdewam bike. Divê Walitiya Mêrdînê û Qeymeqamtiya Nisêbînê destûrê bidin ku gelê mey ê li van 6 taxan dijî biçe malên xwe yên ku nehatine hilweşadin.”
Di daxuyaniyê de herî dawî bang li hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê hate kirin û piştgiriyê û alîkariyê bidin gelê Nisêbînê yê berxwedêr û fedakar.


