Diyarname
Amed Spor ku di Lîga 2'yemîn a Tirkiyeyê de dilîze piştî çend salan bû xwedî otobusek taybet. Otobusa Amed Sporê niha êdî xizmeta tîmê de ye.
Amed Spor heta niha ne xwedî otobusek taybet bû. Niha êdî otobusek wê ya taybet heye. Serokê Duyemîn ê Klûbê Nurullah Edemen ji bo otobusê kedek mezin da, bi alîkariya hin karsazan ji bo Amed Sporê otobus girt. Karsazê ku navê wê niha nehat eşkerekirin û Edeman got emê paşê eşkere bikin bê pere otobus teslîmê tîmê kir. Otobusa Mercedes ku modela wê 2010 e, ev çend roj bûn ji bo xemilandina dora wê, girtina plakeyê û pêdiviyên din ên otobusê xebat dihat kirin û ji îro de otobus êdî amade ye. Amed spor sala bê di lîgê de dê êdî otobusa xwe bikar bîne.


