logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

‘Kurd di mesela ziman de sist in’

  • Dîrok: 23/07/2016
  • Beş: Nûçe

MURAT MANG/BİELEFELD

Gelê kurd ji sala 1990’î şûn ve ji ber şerê qirêj yê dewleta Tirk cîh û warên xwe terikandin û berê xwe dan Ewropayê. Terikandina cih û warên bav û kalan li gel xwe pirsgirêka asîmîlasyon û otoasîmalsoyonê jî tîne. Êdî ji bo gelê kurd qonaxa asîmîlasyonê jî bihurî derbasî qonaxa otoasîmasyonê bûye. Her çiqas wekî dewleta Tirk bi darê zorê elimandina zimanê serdest tunebe jî li welatên Ewropa jî gelê kurd xwedî li zimanê xwe dernakeve. Ji lewre ev rewşa hanê bi xwe re asîmîasyona bi destê xwe tîne. 

Yekîtiya Mamosteyên Kurd (YMK) di perwerdehiya bi kurdî de ya li Ewropayê nexasim li Almanyayê bîst salan zêdetir xebat dimeşîne. Ji xencî karê mamostetî birêkxistina dersên kurdî, têkiliya bi dê û bavan re, amadekirina materyalên kurdî û gelek karên din jî dikin. Me xwest bi serokê YMK´ê Abdulkadîr Ulumaskan re li ser meseleya Kurdî, perwerdeya wê, nêzikatiya malbatan û derûniya zarokan biaxivin. Ulumaskan îşaret bi meselaya civak û rêxistinê dike û vê tespîtê dike: “Kurd in, welatparêz in di nav çalakiyan de ne, lê aliyê din zarokên xwe naşînin dersa kurdî. Kurd hê mesela ziman di mêjiyê xwe de zelal nekirine.” Ulumaskan têkildarî mijarê pirsên me bersivandin...

Armanca Yekitiya Mamostê Kurd li Ewropayê (YMK) çi ye? 

YMK di sala 1993’an de li Almanyayê ava bû. 23 sal in karê ziman û perwerdeyê dike. Armanca vê ya sereke ew e ku li Ewrûpayê kare perwerdeya Kurdî bide meşandin. Heta niha li 4 eyaletê Almanyayê mafê dersa zimanê dayikê hatiye dayin. Eyaletê Nord-Hein Westfalen, Niedersachsen, Hamburg, Bremen. Ji wan eyaleytan giştî nêziki 2000 zarok dersa zimanê Kurdî dibînin. Lu eyaleta NRW’ê tenê nêzikî 1000 zarok tevlî dersên Kurdî dibin. Temenê zarokan li gorî eyaletan diguhere. Wekî mînak; li NRW’ê ji pola yekemîn heya pola 10’an zarok tevlî perwerdeyê dibin. Li Niedersachsenê heya pola 4’an dersên Kurdî, li Bremenê heya 6’an dersên Kurdî hene. Gava ji malbat daxwazî hebe Kurdî wekî dersa zimanê biyanî jî tê dayîn. Jixwe piştî sinifa 6’an zarok dikarin dewsa zimanê Îngîlîzî, Fransî an jî yekî din Kurdî hilbijêrin.  

Karê me ne tenê perwerde ye, wekî din em karê weşandina pirtûkan û amadekirina materyalên dersên Kurdê jî dikin. Heya niha 25 pirtûk ji alî me hatine amadekirin. 

Bilî wan karn navborî karê berhevkirina malbatan ji ketiye sûtêyê me. Ji qeydkirina zarokan bigire, çûyin hatina Schulamt (Saziya fermî ya bi dibistanan re eleqedar e) û serlêdana dibistanan jî em dikin. Normal ew ne karê me ye. Karên sazî û insiyatifan e. Lê em disa jî dimeşînin. Li her çar eyaletên me behskirî di 15 bajaran de dersên Kurdî tên dayin. Divê li wan bajaran pewîst e însiyatifa malbatan jî bên avakirin.

Xencî wan 4 eyalatên we behskir li eyaletên din jî dersên kurdî an jî hewldanên we ji bo destpêkirina dersên kurdî hene?

Na. Xencî wan 4 eyaletan dersên Kurdi nayên dayîn. Berlînê xebat heye. Li vir dersa zimanê dayikê li ser konsolostiyan ve tên dayîn. Dibê Konsolos destûrê bide. Ji bo Kurdî jî Konsolosa Tirk îcazeyê nade. Lê disa jî li ser Komala Yekmalê hin xebat hene di wê warî de. Yekmal li Berlinê helîna zorak vekiriye. Dixwazin dibistana bi Kurdî jî vekin. Vê dawiyê dewletên Ewrûpayî nêrina xwe li gel zimanê dayikê guherandine. Niha dixwazin guherandina biyaniyan bi rêya zimanê wan biserbixin. Bi rêya du zimani dixwazin perwerde bikin. Ji ber wê em jî dixwazin ji vir şûn de xebatê xwe bi du zimanî bikin.

Karê YMK tenê bi welatên Ewrûpayê re sînordar e an têkiliyê wê bi welatên din re jî hene?

Em wek YMK li Ewrûpyê ava bûne. Ji bo xebatên Ewrûpayê em ava bûne. Gelemperi em saziyên welêt re jî têkiliyê de ne. Bi sendika, komalên mamosteyan re, çapxaneyan re tekiliyên me hene. Em dixwazin tevî wan kar bikin. Bername vir û welat ne wekhew e. Disa jî em dikarin mûfredata nezikî hev amade bikin. Ji bo vê yekê me komisyona xwe şand Ermenistanê. Li vir jî dersa Kurdî heye. Disa Qampa Maxmurê re jî têkilî heye. Em meteryal dişînin. Em mûfredata wan di ber çavan re derbas dikin. Em dixwazin siberojê tevlibûna jin her çar perçeyên welêt  konferanseke li ser derxistina mûfredatekê hevbeş çêkin.


Hûn dikarin ji me re hinek qala mamosteyên xwe û rewşa wan bikin?

Rewşa mamosteyên me gelekî giran e. Ji ber ku hemû kar û barê perwerde di her alî de ketiye ser milên YMK. Bi taybetî jî li Elmanyayê. Giraniya xebatên me jixwe li Elmanyayê çêdibe. Ji ber ku piraniya Kurdan li vir dijîn. Destpêke gelek endamên me hebûn. Bi sedan endamên me hebûn. Em ji pir kêfxweş bûbûn ku evqas rewşenbîrên Kurdan hene. Piştî çend salan endamên me tekiliyên xwe bi me re qut kirin. Endametiya xwe qut kirin. Welhasil her tiştê xwe qut kirin.

Çima?

Mantiqekî wisa hebû, digotin emê herin bibin endamê komaleya mamosteyan yê tayînê me rakin emê dest bikar bikin. Wisa jî derneket. Em ne dewlet in. Em hê ne gihiştine merhalekî wisa. Ji ber wê mantiqekî şaş çêbû. Ez bi xwe nêzîki 20 salê nav karên Yekitiya Mamostayan de me. Piştî 15 salan min dest bi kar kir. Ji ber wê her tişt ne mamostetî ye. Ji bo zimanê Kurdî pêwîst e fedakari di her alî de çêbibe. Niha ne wisa ye, her deri îmkan çebûne. Her derî Kurd hene. Ji ber wê her derî em dikarin malbatan bi rêxistin bikin. Serîlêdana perwerdeya zimanê Kurdi çê bikin û mamoste derxin. Vêga 70 endamên me mane. Nîvê wan fermî mamostetiyê dikin. Hin ji wan ji heftê 2-3 caran kar dikin. Tekiliya me bi hev dû re heye. Em civîna xwe çêdikin. Em nav xwe de perwerde organîze dikin. 

Ji bo zimanê Kurdî saziyên din jî hene gelo, hûn rewş û xebata wan çawa dinirxînin?

Belê rast e. Saziyên me hene. Di serî de Enstîtuya Kurdî karekî taybet dimeşîne. Dîsa li hemû bajaran Navendên Kurd hene. Komelên me hene. Li wan navendan ´Komisyona Ziman û Perwerde´ hene. Komisyona ziman û perwerde ya KNK’ê heye. Ewana giştî komîsyon in. Navê wan hene lê xencî Enstîtû ti xebat ji bo zimanê Kurdî çênabe. Nayê meşandin. Pirsgirêkên me hene. Ew komisyonên me wek formalite ava bûne. Ji ber wê jî karê  YMK giran dibe. Karê ziman pir giran dimeşe.

Hûn, van saziyên ku we navborî rexne dikin. Pewîst e çi bikin? Peşniyariyên we çi ne?

Sazî dikarin gelek tiştan bikin. Gava bixwazin pir tişt jî dikin. Kurd li Ewrûpayê bi tevlîbûna deh hezaran organizasyona çêdikin. Dikarin çalakîyen mezin çêbikin. Me got di nav saziyan de ´Komisyona Ziman´ heye. Lazim e xebatên sîstem, rêk û pêk bên çêkirin. Hemû sazî di wî warî de  dikarin xwe di ber çavan re derbas bikin. Hemû komisyon dikarin bêne ba hev. Dikarin federasyonê, konfederasyonê ava bikin.  Mînak: pirsgirêka standart kirina zimanê Kurdî heye. Herkes alîkî ve dikişîne. Herkes li gorî xwe zimanê Kurdî bikar tîne. Ew e ne rast e. Wekî mînak; di nav KNK’ê de nêziki 50 partî û sazî heye. Bila ji bo zimanê Kurdî konseptekî derxin, planekî derxin. Bila zimanê xwe standart bikin. Bi rastî jî zarokên me li kolanan Ewrûpayê dihêlin. Bi vî hawî jî zimanê xwe wenda dikin. Tekiliya zarok û dê û bav qut bûye. Çanda Kurdî di malbatan de êdî cîh nagire û ji xwe di dawîyê de zarokên me dibin isyankar. Dikevin nav karên xeter. Bangawaziyên me saziyên Kurdan re ew e ku lez û bez ji bo parastina zimanê Kurdî têkevin nav liv û tevgerê.


We got hin pirsgirêkên me hene, hûn dikarin wan pirsgirêkan bi mînakan berbiçav rave bikin? 

Pirsgirêkên me yê sereke ewe ku Kurd zimanê xwe xwedî dernakeve. Pirsgirêkê giran ew e. Li gel vê hin pirsgirêk hene di nav demê de çareser dibin. Lê, gava Kurd zimanê xwe xwedî dernekevin, zarokên xwe neşînin dersa zimanê Kurdî, li her derî daxwaza perwerdeya zimanê xwe nekin, zimanê Kurdî jî bi pêş nakeve. Nika li 16 Eyaletê Elmanyayê Kurd hene. Disa tevahî Ewrûpayê Kurd hene. Dikarin li her deverî daxwaza dersa Kurdî bikin. Malbat di wî warî de gelekî sist in. Daxwaz nakin. Rêxistin gelekî sist in. Sazî gelekî sist in. Pewîst e hemû sazî, rexistin wek kampanyayekê bidin destpêkirin. Ez bi xwe bûme şahid. Li eyaleta NRW’ wek bajarên Münster, Gronau, Dortmund, Bochum dersa Kurdî dest pê kiriye. Piştî 6 mehan betal bûye. Çima? Ji ber ku zarok berdewam nakin. Malbat ser nasekinin. Ez wê gavê li Bielefeldê dersê didim. Li vir mamostê zimanê Tirkî bi eslê xwe Kurd şa dibin ku tevlîbûna dersa zimanê Kûrdî kêm bûye. Bifikirin çawa kêfxweş dibin. Em wana bibînin gorî wê xwedî li zimanê xwe derkevin. Rêxistina xwe çêbikin. Însiyatifa malbatan ava bikin. Malbat dikarin bi rêya Insiyatifan ve pir projeyan çêbikin.


We behsa sistbûnê kir. Ji ber Kurdî pere nake siste an sedemeke din heye?

Civaka Kurd, malbat, zarok, ciwan alîkî we debara xwe têde nabînin. Ew jî bandorek e. Jixwe ew nezikbûn ne rast e. Îro bi sedan tercumanê Kurd hene, mamostên Kurd hene, wergêr hene ewana bi gişti debara xwe bi zimanê Kurdî dikin. Ez minakekî ji Bielefeldê bidim. Li vir neziki 180 zarok tevlî dersa Kurdî dibin. Ji wana sedi 90´î ji Kurdistana Rojava û Başûr in. Girseya Bakur li vir zêde ye lê tevlî dersan nabin.

Çima Kurdên ji Bakur di mesela Kurdî ewqas xemsar in?

Ez bawer dikim bandora asîmilasyon û oto asîmilasyona kûr ser Kurdên Bakur heye. Welatên din jî asimilasyon hebû. Kurdi  qedexe bû. Lê asimilasyona sistema Tirk geleki kûr hatîye meşandin. Ji ber wê ew ruhê Kurdan de cih girtîye. Ji bo wê Kurd zimanê xwe ne bawer in, bi xwe ne bawer in. Yanî Kurd in, welatparêz in di nav çalekiyan de na aliyê din zarokên xwe naşînin dersa Kurdî. Kurd hê mesela ziman di mêjiyê xwe de zelal nekirine. Bawer nakin ku ziman ji bo fêrbuna zarokan, ji bo pêşeroja zarokan, ji bo psikolojiyan zarokan, ji bo şexsiyeta zaroakan pir giriîng e. Zarok têne 17-18 salî dikevin nav lêgerîna eza xwe yanî kesayeta xwe. Pirsa ´Ez kî me? Ez çi me?´ ji xwe dike. Gava di nav malbatê de dê û bav şerm bikin zimanê xwe biaxivin wê demê zarok difikirin dibêjin “Zimanê me bê qiymete ji bo wê bavê min diya min xeber nadin. Wê demê em ji bê qiymetin. Netewa me jî bê qiymet e, dê û bavê me jî bê qiymet e. Em ji bê qiymet in” herî zêde li Elmanyayê Kurdê ji Bakur hene. Herî kêm tev lî dersa Kurdî jî dibin Kurdê Bakur in. Li wirda nakokiyek pir mezin heye. Pewîst e ser wê meselê lêkolin, perwerde bên çekirin. Ew ji karê rêxistinê ye. Perwedeya yekemin ji dê û bavan lazim e bê destpê kirin.

Ji bilî Elmanyayê xebatên we li dewletên din hene, heger hebin çawa ne?  

Niha li Ewrûpayê herî zêde derfet û herî baş perwerdê zimanê Kurdî Swedê heye. Rastî ji dibêjin li Swedê 34 hezar Kurd hene û nêzikî 2 hezar zarok diçin dersa zimanê Kurdî. Li Elmanya 1,3 milyon Kurd hene 2 hezar zarok diçin dersa zimanê Kurdî. Di vir da hem saziya malbatan hem ji helwesta dewletan derdikeve hole. Nika saziya Elmanya dixwazin peşiya wan dersan bigirin. Li hinek cihan teng dikin, hinek cihan betal dikin. Dersa zimanê biyaniyan ketiye rewşekî wisa. Bi taybet jî zimanê Kurdî. Alikarî nadin. Finanse nakin. Swêd ne wisa ye. Swêd mamoste bi xwe derdixe, materyalan amade dike. Wek min got nezikbûna dewletan û daxwaza me pir girînge. Xencî Swed li Fransayê wekî qurs heye. Weki din tune.

Bangawaziya we ji bo malbatan çi ye? Ji bo daxwaza dersa zimanê Kurdî bila çi bikin?

Hin hevalên me ji bo netewa xwe 3-4 kar bi hevra dikin. Disa Swedê 7 milyon însan dijîn, 21 milyon endamê saziyan heye. Herkes li 3-4 saziyan endam e. Dibê Kurd berî her tişti saziyan ava bikin. Komala malbatan ava bikin. Nikarin komele bila însiyatifa malbatan ava bikin. 3 malbat dikarin bên gel hev û însîyatîfê ava bikin. Hem malbata xwe hem xwe dikarin perwerde bikin. Di eyaleta NRW’ê de tenê 3 Konfederasyona Malbatan ên Tirkan hene. Pir cihan alikarî ji hildidin. Kurd ji dikarin wê karê bikin.

Mamoste wekî tê zanîn ku zaravayên Kurdî 4 in. Hûn tenê dersê Kurmanci didin. Perwerdeya Dimilki, Soranî, Goranî jî heye? Ji bo wan mamoste hene yan tunene?

Bi rastî jî kêm in. Rast e piranî dersên me zaravayên Kurmancî ye. Hevalên me ên li Berlinê Enstîtûya Kirmancki vekirine xebatê xwe dimeşînin. DI Helinê zarokan de jî Kirmancki Elmanî ders didin. Em dixwazin di materyalên xwe de her çar zaravayên Kurdî bi kar bînin. Li wir jî pirsgirêkên alfabê heye. Zaravayê Soranî tîpên Erebî bi kar tîne. Welhasil hevalên ku alîkari bidin me tunene.


Yenî Ozgur Polîtika


Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Gelo Ahmedînejad bû sêyemîn

ad

Belgefîlmê wê jî tê kişandin

ad

Weşanxaneyê Dêrsim de stand kenê a

ad

Adana spor bû şampiyon

ad

Wêneyê hefteyê: Û çîroka me li vir bi dawî bû

ad

Li Kitêbxaneya kurdî sohbeta li ser çîrokê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname