logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Aliyên YNK'ê ketin xefika PDK'ê

  • Dîrok: 05/09/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

GELAWÊJ EWRÎN

PDK ji bo ku xalên peymana di navbera YNK û Gorranê neçin serî, ji destpêka lihevkirinê heta niha gelekî hewl da. Tevî vê, aliyên YNK û Gorranê jî gelekî di mijara pratîkkirina xalên lihevkirinê de îrade nîşan nedane. Her tim şerê wan ê desthilatdariyê li pêşiya armanca bingehîn a her du partiyan, berbesta herî mezin bûye. 

YNK’ê ders ji salên berê negirtine ka çawa lawaz bû û gelek endam û rêveberên wê derbasî Gorranê bûn. Xwest bi piştgiriya şoreşa kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê di van salên dawî de xwe li ser piyan bigire, her çend ev ji bo hemû partiyên Başûr jî lê ye. Lê belê, dema ku nakokî kûr bin, wê demê mirov gotinekê jî peyde nake ku bibêje. Jixwe, şeva ku aliyê Berhem Salih û Kosret Resûl ku wekî aliyên nêzî PDK’ê tên naskirin, Navenda Biryarê ragihandin, çapemeniya PDK’ê heta sibê agirê pêketî netefandin û benzîn bi ser de kirin. Ya herî nebaş jî bi destê endam û rêveberên YNK’ê ev yek dikir, ango ew didan axaftin û wisa berdidan pêsîra hev. Di rewşeke wiha de her du aliyên YNK’ê jî ketin vê xefika ku PDK’ê ji wan re amade kiribû. Balkêş bû ku di salvegera roja 31’ê Tebaxê de, rojekê beriya wê ragihandinê ku ji bo YNK’ê rojeke reş e (Roja ku PDK’ê rê da hêzên Iraqê bi tankan bikevin Hewlêrê û YNK ji Hewlêrê derxistin-1996-), ragihandina YNK’ê bi berfirehî cih da vê rojê. Wekî rojeke reş û xiyanetê bi nav kir. Dibe ku aliyê Berhem Salih û Kosret Resûl wê şeva 31’ê Tebaxê jî Navenda Biryarê ragihandin. Lê belkî jî ji bo xelk pê nehese ku PDK li pişt vê yekê ye, roja piştî wê ragihandin. Darbeyek bû di rastiyê de tişta ku aliyekî li hemberî aliyê din kirin. Niha di navbera YNK’ê de û li bajarên di bin desthilatdariyê wê de her tişt bûye du beş, du alî. Êdî wer lê hatiye dema tu di nava kolanê de dimeşî, hinkes ji te dipirsin, gelo tu alîgirê Hêro yî yan Berhem! Bê guman rewşeke bi êş e. Di van demên dawî de her wiha di navbera Bexda û Silêmaniyê de hinek hevdîtin çêbûn. YNK bi awayekî bû muxatebê esasî li Bexdayê, vê rewşê gelekî PDK aciz kir. Di rewşekê de ku mijara betalkirina wezîrtiya Hişyar Zêbarî (parlamenterê PDK’ê) di rojeva parlamentoya Bexdayê de ye. 

Li aliyê din, hema piştî wê ragihandinê şandeya Îranê hat Silêmaniyê. Ev şermeke din a dîroka partiyên kurdî li Başûrê Kurdistanê ye. Li şûna bi Gorranê re li hev bikin, qaşo bûne yek, û hevdîtinan bikin, bicivin, dîsa Îranê dest avêt mijarê. Li şûna bi partiyên din re hevdîtinê bikin, li şûna di nav xwe de bicivin, dîsa berê xwe dane dagirkeran. Xulase YNK li latekî gelekî bilind û bi tehlûke sekiniye, divê bizane çawa were xwarê, naxwe ger lingê wê bişemite, êdî wê av û av biçe. Ne Îran û ne jî Tirkiye û ne jî partiyên li pişt vê derbeyê, ji destpêkê heta vê kêliyê ji lihevkirina di navbera Gorran û YNK’ê razî nebûn û nabin. Ew naxwazin kurd yek bin, wê demê karê wan namîne, divê lingê xwe li ser bedena vê xakê bikişînin. Ez vê ji we re bibêjim; dema plana parçekirina YNK’ê hatiye danîn, ji sedî sed mijara şerê çekdarî ya di navbera wan de jî bûye mijara nîqaşê. Ango hêzên ku agir sor dikin, niyeta wan gelekî xirabtir ji wê ye ku em difikirin. Ji bo wê, ger YNK nekaribe di vê pêvajoyê de xwe bispêre hêza xwe ya partiyê û li gorî rêziknameya xwe tevnegere, şansê dewamkirina vê rêyê wê ji dest bide. Naxwe, wê ji Silêmaniyê dest pê bike heta Germiyan û Raperîn, dîsa bibin du alî û belkî jî çend alî.

05.09.2016, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Zarokên Kobanî hezkirina welatê xwe bi wêneyan anîn ziman

ad

Axaftina Turk, Zana û Baydemîr

ad

Di Edebiyatê De Jin

ad

Pirtûka “Fermo bi kurdî – Lutfen Kurtçe” derket

ad

Li BEKSAV'ê fîlmên Filistînê

ad

Enstîtuyê bi merasimekê 20 salên xwe temam kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname