Diyarname
"Seyfo" navê çîrokek e û di heman demê de navê pirtûka çîrokan e ku bi kurdî, tirkî, îngilîzî û suryanî hatiye weşandin.
Pirtûka çîrokan "Seyfo" ji aliyê Îsmaîl Dîndar ve hatiye nivîsandin û ji Weşanên Evrensel Basim Yayinê derketiye. Di pirtûkê de 6 çîrok hene ku yek ji wan Seyfo ye û navê xwe daye pirtûkê jî. Dîndar çîrokên xwe bi kurdî lêkirine, lê dûre wergerandine tirkî, Rûbar Dîndar wergerandine îngilîzî, Samî Kawme Dîk wergerandine suryanî û pirtûk wisa bi çar zimanan hatiye wergerandin. Xwestine bi ermenkî jî wergerê bike û li pirtûkê zêde bikin lê werger peyda nekirine. Sedema ew qas zimanan ew e ku çîrok li ser "ermen" û "suryaniyan" û helbet kurdan e, lewma xwestine bi çend zimanî bêne çapkirin.
Mezra Botan, Maweraunnehîr, Mezopotamya, Betrahrîn hatiye gotin ji bo vê erdnîgarî û êşên mezin lê hatine jiyîn. Çîrokên di pirtûka "Seyfo" de li ser êşa vê erdnîgariyê hatine rêstin û pirtûk wisa hatiye pêşkêş kirin: "Bihara sala 1915'a8, li erdnîgariya osmaniyan bû deqeke reş ku heta hetayê dê niakribe bê şûştin û bê ji bîrkirin û kete dilê Bethnahrîna delal. Ev şeş çîrok, hest û ramanên ku ji pêkhate û zilma wê rojê ve, di dilan de mane û meyîne, ne."
Li ser derxistina pirtûkek wisa nivîskar Îsmaîl Dîndar wisa gotiye, "Ji berpirsiyariay ku ez li ser vê erdnîgariyê mezin bûme bêtir, bi berpirsiyarî û hişmendiya mirovane ku li me ferz dike, ji bo ku êşên berî sedsalekê li ser vê xakê hatine jiyîn têkevin nav rûpelên edebî yên dîrokê, me hewl da ku şeş çîrokên min bi zimanên cur bi cur bigihên ber destên xwîneran."
Îsmaîl Dîndar kî ye?
Nivîskar û mamnoste Îsmaîl Dîndar di sala 1965'an de li gundê Qertmîn a Midyada Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li gund xwendi.e Wî di navbera salên 1975-1981'ê de li Erxeniya Amedê 6 salan Dîcle Ogretmen Lîsesî ya leylî xwendiye, dûre derbasî Dibistana Bilind a Mamostetiyê ya li Çanakkaleyê bûye û sala 1983'yan de ew temam kiriye. Wî di reşemiya 1984'an de li Meraşê dest bi mamostetiya dibistana seretayî kiriye û ji wê demê ve mamostetî dike. Ew niha li Amedê dijî, nivîsên wî di gelek weşanan de derketine û ew ji bo Diyarnameyê nivîsandina xwe ya quncikê didomîne.
Pirtûkên wî ev in:
- Hemû demsal payîz in, Çîrok, Weşanên Belkî, 2007
- Kewên Birçî, Çîrok, Weşanên Avesta, 2010
- Palûte, Çîrok, Weşanên Evrensel, 2011
- Marî, Çîrok, Weşanên Avesta, 2012
- Siwarê Ewran, Roman, Weşanên Evrensel, 2014
- Hêviyên Qeto Qeto, Çîrok, Weşanên Evrensel, 2016
- Seyfo, Çîrok, Weşanên Evrensel, 2016
Wergerên wî:
- Pembûyê Reş, Muzaffer Îzgu
- Masiyê Reş ê Biçûk, Samed Behrengî
- Dewlet, Vladîmîr Îlyîç Lenîn
(Ev her sê ji Weşanên Evrenselê derketine)
- Seyfo / Îsmaîl Dîndar / Çîrok / Bi 4 zimanan / Weşanên Evrensel Basim Yayin / 2016
.jpg)


