logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir
  3. Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?
  4. Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!
  5. Kûpaya Tirkiyeyê: Va ne maçên bajarên kurdan
news-details

Ji îro 5 nûçeyên ku derketine pêş

Ji roja 08.12.2016'an 5 nûçeyên derketine pêş...

  • Dîrok: 08/12/2016
  • Beş: Nûçe

Îro 5 nûçeyên kurdan eleqedar dikin ku derketin pêş me neqandin. Fermo:

1- Di Konferansa Kurd de piştgirî

Konferansa Kurd a li Parlemena Ewropayê îro du roj bûn dom kir. Duh bi sernavê "Tirkiye, kurd û li Rojhilata Navîn Şer: Li Tirkiyeyê Demokrasî Rawestandin, DAIŞ û Qeyrana Rojhilata Navîn" konferans dest pê kiribû û îro bi sernavê "Guherîna Rejimê û Li Tirkiyeyê Têkbirina Demokrasiyê" nîqaş dom kirin. Îro moderatorî  Endamê PE'yê Chiristine Vergiat û Dersim Dagdeviren kir,  rojnameger Cengiz Çandar, Hevserokê KCD'ê Hatip Dicle, Mebûsê HDP'ê Osman Baydemir,  rojnameger Devrim Arslan, Berpirsê Karên Derve yê sendîkaya UNİTE  Simons Dubbins û Serokê Komeleyên FİDH'ê Dimitris Christopoulos axivîn. Di konferansê de azadiya Ocalan hate xwestin, piştgiriya ji bo HDP'ê derket pêş. Cengiz Çandar jî diyar kir ku heta Erdogan li ser kar be tu tiştek naguhere.

Di rûniştinek din de jî siyasetmedar Zubeyîr Aydar axivî û got ku li ger agahiyek wan bi dest xistiye AKP û MHP dikin ku zirarê bidin Abdullah Ocalan, nîqaşên îdamê jî ji ber vê yekê têne kirin. Her wiha Aydar got ku dewleta Tirkiyeyê ji bo sûîkasta li hemberî siyasetmedarên kurd hin tetikkêş şandine Ewropayê.

2- Dewletê 300 komando şandin Rojava

Dewletê Tirkiyeyê ji bo di "Mertala Firatê" de cih bigire ji 11'emîn Serleşkeriya Tugaya Koman a li Denîzliyê 300 komando şandin Rojava. Leşkerên kumşîn bi balafirgehê şandin herêmê. Tirkiyeyê di "Mertala Firatê" de ligel hêzên "Artêşa Azad a Sûriyê" ketibû Cerablûs û hin navçeyên din ên rojavayê Kurdistanê. Diyar e ew bi têra xwe têr nekiriye niha leşkerên xwe bixwe dişîne nav şer.

3- Li Tirkiyeyê ecêbek din

Berê hin nijadperestên tirk gotibûn qey balyozxaneya Rusyayê ye êrîşê Balyozxaneya Hollanda kiribûn îro jî tiştek wisa ecêb derket holê: Li Balafirgeha Amedê polîsên tirk 2 nûçegîhanên SRF'ê yên televîzyona Swîsreyê gotin qey alman in ew heta kincên hundirîn li ser wan lêgerîn kirin, ew 45 deqîqe dan rawestinadin. 

Du roj berê Mebûsa AKP'ê li Ayşe Bahçekapili li Almanyayê li balafirgehê hatibû rawestandin. Polîsan jî beremberî vê yekê ev yek kirin, lê şaşî kirin.

Duh li Balafirgeha Ataturk jî polîsan 4 dîplomatên alman 2 saet dabûn rawestandin û ew negihîştibûn balafira xwe.

4- Huda Kaya hat girtin û hat berdan

Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya ku der barê wê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê biryara bi zorê anîna dadgehê dabû li Stenbolê bi hinceta ku neçûye îfade nedaye hat binçavkirin. Kaya piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan. Kaya nîvro ji bo çalakiya Egîtîm Sen'ê ya li dijî KHK û OHAL'ê li Qada Beyazitê hat lidarxistin li qadê bû, piştî çalakiyê dema vedigeriya mala xwe ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

5- Banga yekîtiyê li partî û rêxistinên kurdan

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo partî û rêxistinên Kurdan daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku divê tevahî partî û rêxistinên kurdan ji bo kongre û yekîtiya netewî gavan bavêjin. 

KCK'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Rewşa siyasî û şer a li Kurdistanê ji bo tevahî partî û rêxistinên kurd bên cem hev wekî bangekê ne. Wezîfeya dîrokî ya ku dikeve ser milên tevahî kurdan ew e ku ji bo kongreya neteweyî û yekîtiya neteweyî gavê bavêjin."


Parve Bike

Youtube Me

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 09 2026

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

news
  • 15 09 2026

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

news
  • 14 09 2026

Mamoste û xwendekaran bang kir: Vê biryarê rawestînin

news
  • 14 09 2026

Komeleyan got: Ji bo wekheviyê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerdehiya bi kurdî divê

news
  • 12 09 2026

Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

news
  • 12 09 2026

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

'Xwebûn' demek dê wekî PDF bê belavkirin

ad

Mahmut Alinak hat berdan

ad

2007'an amûrên xurekê zêde buha bûn

ad

Berî ku hûn li BDP’ê bixin bersivê bidin

ad

Ji bo hunerê li muzeyê radizê

ad

Dê Festîvala San Sebastianê "Min dît"ê bibîne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir

  • 16 09 2026
news

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

  • 16 09 2026
news

Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!

  • 16 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname