Siyamend Brahîm*
Dîroka mijara nivîskarê kurd, ango bi hemû rengê we ve trajediyeke çespandin dinimîne, û bi çend gotinên xav û nepijandî ku di damarên xwe ve bi hemû rengê xwe ve tracîdî diherike, ew dixe nav bêdengiyeke bê sînor, bêdengiyeke reş û tarî, dixe nav guvekeke dor girtî ku nikare jê xelas bibe.
Ji boyî ku em karibin dest û tiliyên xwe deynin li ser birîna nivîskarê kurd, dive em bi nerîneke zanistî, riyalîtî, û rastgoyî binerin, û li şert û mercên vê mijara han temaşebikin, û ji derûna xewn û xeyalan biderkevin,
Li vir, û bi taybetî nerîna hatin hola vê mijarê pirbûn, û roj bi roj dewlemnd dibin, hin ji wan nêzîkî cîhanê vê aloziyê dibin û hin jî bi rengê kesîtiya berxwedana ezîtî û berxwedana hevaltiyê li derdora mijarê diçin û nikarin ji hest û pirinsiba rastiya derkevin.
Û hêjayî gotinê ku bersiva vê pirsa ha mirov matmayî dike, gelo ji ku ve dest bi mijara xwe bike, ango çawa mirovê Kurd derbasî jiyana wêjeya kurdî bû, gelo ji bo nav û dengê xwe kete vê rêza han, an jî ji bo berxwedana gel û doza milletê xwe yê bindest binivîsîne.
Lê xala pêşî ji vê mijarê ewe çi bergehên berfirehbûn heye ku nivîskarê kurd li asîmanê wêjeya kurdî bide fir û perwazan, an jî ew dijberî û dirriyên ku li pêşiya nivîskarê radibin gelo dikare biqetîne û cihê xwe yê xweş û baş bibîne û bi rêzdarî û rûmet bijî. Û gelo nivîskarê kurd heya çi redeye dil û mejî û zerî û daşekên xwe yên zanyarî dewlemend kiriye, û heya çi hêzê çavkaniya rewşenbîriya wî aktîv û xurte,
Lê cardin jî em der barê nivîskarê me binerin ku bi çi şêweyê digel ev rewşenbî û pênûsa xwe rolla xwe radibe.
Û pirsa giring ew gelo nivîskarê Kurd dikare hemû jêderên xwe yên wêjeya bibîne, û mijarê xwe ya ku dixwaze tê de biafirîne heye yan na?
Helbet bersiv ew nikare tu jêder bibîne, ji ber ku ew serkutkirina li welatê me heye nivîskarê kurd nikare tu jêderên dewlemend û dagirtî li nav destên xwe bibîne û mijar û babeta xwe dewlemend bike.
Îcar hêza nivîsakr ew dewlemendbûna zanyariya wî ya ku dikeve her warê beşê agahdarî û zanistiyê de ku karibe xwedan asta bilind ji dahênanê.
Û ji bo ku em karibin mukur bên ku dewlemendiya zanyariya me ya ramanî ew ne ji kûrbûna jêderên kurdî ye, ji ber ku ew jêderên orîcinal û mezin tune ne, kes dikare nebêje ku ji pey dîwanên Cezîrî, Xanî, Feqhê Teyran û Cegerxwîn û çend kovarên kurdî nemaze bi taybetî hawarê ew bi zimanên kurdî jêderên mene, gelo beşên din ji dîrok, coxrafya, rexne, ekonemîk wekî berêz Ehmed Husêynî destê xwe danî ser birînê '' jêderên me bi zimanên E'rebî ne'' û bi zimanên me tuneye, û niha bizava çapkirina pirtûkên dîroka civaknasî, felsefe, rexn, û gelek beşên zanyariyê têne wergerandin û lêkolîner sûdê jê werdigrin, ewê ji bo bingeheke xurt ku xwendevan û lêkolîner pişta xwe bidnê û ji vê lêvegera Turkî, Erebî, Farisî rizgar bibe. Lê heya kengî ev xewna han pêk bê, ev demeke dirêj dive.
nêzîkî birînê bûne û hin jî helesa nivîsîna wan çû ji rêz û
Li vir ji mafê her kesî re ku nerîn û dan û standina xwe binivîsîne, ezê gotineke mamostê min ê nemir Osman Sebrî bînim bîra xwendevanan. Der barê nivîskariyê de Apo Osman digot: "Apo bi Xwedê eger rojhilatnasan li ser çîrokin min ne nivîsandana! kesî ne digote Osman Sebrî nivîskar e!" (Tomas Boi li ser Apo Osman nivîsandiye.
Li vir çawa emê ji gelek nexweşiyên xwe yê civakî xelas bin, ji ber ku nvîskar wekî mûmekî ronîdar e, û bi vê ronahiyê civaka xwe ronî dike, û asta mejiyê wî bilnd dike, û ji xewn û xeyalan rizgar dike, ew di kevçika dilê milletê xwe de ye, em dikarin bêjin ku derman û tiryavê zanîn li cem nivîskar e, lê kîjan nivîskar?
Belê ew nivîskarê ku li ser doza gelê xwe dinivîsîne û bi asoyên bilind dahêna xwe diçesipîne...


