Diyarname
Festîvala Kurtefîlman a herî temendirêj a Tirkiyeyê deriyên xwe vekir. Di festîvala ku îsal 28'emîn car e deriyên xwe vedike de 54 ji Tirkiye, 120 ji derve bi giştî 174 kurtefîlm, belgefîlmên kurt hene.
Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Stenbolê di bin serokatiya Hîlmî Etîkan de tê lidarxistin.
Fîlmên festîvalê heta 21'ê mehê li Navenda Çanda Fransız, Navenda Çanda Îtalyan, Navenda Çanda Alman bê pere têne nîşandayîn.
Ji gelek welatên dinyayê kurtefîlmên derketine pêş di nav bernameyê de cih digirin. Kurtefîlm, belgefîlmên di nav festîvalê de ne ji aliyê Armagan Lale, (Sazkar) Ayhan Ergursel (Derhênerê Vesazkirinê)), Gizem Erdem (Lîstikvan), Kaan Karsan (Nivîskarê Sînemayê) û Nihan Belgin (Derhêner) ve dê bêne nirxandin yên bibin yekemîn dê bi plaketek bêne xelatkirin. Plaket 21'ê mehê saet 18'an de li Navenda Çanda Fransiz bi merasimek dê bêne dayîn.
Ji bo agahiyên zêdetir:
http://www.istanbulfilmfestival.com


