Diyarname
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) rojên 23 - 24'ê mehê li 5'emîn Kongreya xwe li Qamişlo dar xist û biryar girtin ku navenda hevgirtinê li Rojava be.
Di kongreyê de li dor 50 delege amade bûn, nîqaş hatin kirin û biryar hatin girtin. Li gor yek ji biryarên kongreyê dê navenda HRRK'ê li Rojava be û rêxistinên Başûr, Bakur û Ewropayê jî wê wekî şaxên HRRK'ê xebatên xwe bidomînin.
Kongre ji niha û pêde dê zêdetir ji bo nivîskar û rewşenbîran xebatê bike û wan bîne cem hev.


