Diyarname
Dawiya vê hefteyê li ser çîrokê û li ser şanoyê du çalakiyên cuda yên bi kurdî hene.
Roja şemî li ser şanoyê
Roja 14'yê mehê, yanê roja şemî li Amedê dê şanoya kurdî bê axivîn. Di semînera bi navê "Serdem û Berhemên Şanoya Kurdî" de Çetoyê Zêdo dê biaxive. Zêdo ku xebatên xwe yên li ser şanoya kurdî didomîne li Amedê di Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de dê li ser meseleyê biaxive. Semîner saet 14'an de ye.
Yekşemê çîroka kurdî
Çalakiya din a çandî roja yekşemê li ser çîrokê ye. Panel bi sernavê "Çîroka Modern û Çîroknûsiya Kurmancî" li dar dikeve. Di panelê de wê nivîskar Sîdar Jîr û Şêxo Fîlîk biaxivin û Mehmet Çakmak jî moderatoriya panelê bike. Panel 15'ê mehê saet 15'an de li Egîtîm-Sena Amedê li dar dikeve.