Diyarname
Nivîskar Asli Erdogan dema girtîbû ji aliyê PEN'a Swêdê ve bi "Xelata Tucholsky" hatibû xelatkirin, niha jî Weqfa Çandê ya Ewropayê wê bi "Xelata Çandê ya Princess Margriet" xeyat dike. Weqfa Çandê ya Ewropayê ku navenda wê li Amsterdamê ye ligel Asli Erdogan ji Almanyayê nivîskar û zanyar Navid Kermani, ji Belçîkayê muzîkar Luc Mishalle û ji BerLînê hunermend Narina Naprushkina xelat dike.
Weqfa Çandê ya Ewropayê ji sala 1954'an ve bi armanca "Ji bo li Ewropayê sazkirina pêşerojek hevpar, destpêkirina vegotina çandî û bandorlêkirin û domandina vê" xeyatê dide.
Nivîskar Asli Erdogan ku di rojnameya Ozgur Gundemê de dinivîsand û di heman demê de endama Lijneya Şêwrê ya rojnameyê bû hatibû girtin û çend mehan li girtîgehê mabû.
Ji bilî Weqfa Çandê ya Ewropa û PEN'a Swêdê, Weqfa Mafên Mirovan a Bruno Kreisky ya li Avusturyayê jî di sala 2016'an de Xelata Mafên Mirovan a Bruno Kreisky dabû Asli Erdogan.


