Diyarname
Xelatên BAFTA li Îngilistanê têne dayîn û yên li vir xelatê digirin li Oscarê jî bi ser dikevin. Berî ku ji bo Oscaran du hefte mabin Xelatên BAFTA îsal jî hatin belavkirin û fîlmê "La La Land" di 5 waran de xelat girt.
Akademiya Fîlman a Brîtanya xelatên BAFTA'yê dide. Duh êvarê li Royal Albert Hall a li Londonê ev xelat hatin belavkirin. Fîlmê derhêner Damien Chazelle "La La Land" xelata fîlmê herî serketî, wî jî xelata derhênerê herî serketî girt. Her wiha lîstikvana fîlm Emma Stone xelata lîstikvana herî serketî girt. Fîlmî di warê sînematografî û muzîkê de jî xelat girt. "La La Land" îsal di warê fîlm û derhênerê herî serketî jî di nav de ji bo 14 waran bûye berendamê Oscarê. Xelatên Oscarê 26'ê vê mehê dê bêne belavkirin.


