Diyarname
Ji kîjan bajarên kurdan çend kurd niha li Stenbolê dijîn? Li ser vê yekê îstatîstîk hatin derxistin.
Li ser kesên li bajarên din hatine dinê û niha li Stenbolê dijîn îstatîstîk hatine amadekirin. Di nav van de yên li bajarên kurdan hatine dinê û niha li Stenbolê dijîn jî agahî hene. Me ew neqandin ku ev yek ji bo hejmara kurdên li Stenbolê dijîn jî agahiyek girîng e.
Li gor îstatîstîkan 291 hezar û 12 kes nayên zanîn ku li ku hatine dinê. 6 mîlyon û 444 hezar û 413 kes li Stenbolê hatine dinê û niha li Stenbolê dijîn. Niha her kesek li Stenbolê tê dinê jî li vê agahiyê tê kirin. Lê yên ku berê li bajarên din hatine dinê li van nayên zêdekirin. Li gor agahiyên "kesên li bajarên din hatine dinê û niha li Stenbolê dijîn" li gor 2 mîlyon û 400 kes li bajarên kurdan hatine dinê û niha li Stenbolê dijîn.
Ji bajarên kurdan herî zêde ji Erzeromê (251 hezar û 299) kes li Stenbolê dijîn, dûre Meletî (232 hezar û 730) û pişt re jî Qers tê (160 hezar û 932).
Vane yek bi yek kurdên li bajarên xwe hatine dinê lê niha li Stenbolê dijîn:
- Amed: 143 hezar û 903 kes
- Agirî: 116 hezar û 349 kes
- Batman: 92 hezar û 260 kes
- Bedlîs: 115 hezar û 108 kes
- Culemêrg: 7 hezar û 145 kes
- Çewlig: 79 hezar û 480 kes
- Dêrsim: 58 hezar û 821 kes
- Entab: 59 hezar û 602 kes
- Elezîz: 80 hezar û 736 kes
- Erdexan: 148 hezar û 896 kes
- Erzîngan: 158 hezar û 249 kes
- Erzerom: 251 hezar û 299 kes
- Qers: 160 hezar û 932 kes
- Îdir: 59 hezar û 253 kes
- Mêrdîn 139 hezar û 717 kes
- Meletî: 232 hezar û 730 kes
- Mûş: 94 hezar û 350 kes
- Semsûr: 114 hezar û 608 kes
- Sêrt: 125 hezar û 960 kes
- Riha: 80 hezar û 984 kes
- Şirnex: 20 hezar û 952 kes
- Wan: 137 hezar û 698 kes


