Diyarname
Hunermend Michael Jakson ji roja ku miriye (26 pûşper) heta îro 4 mîlyon heb albuma wî hat firotin. Album li Amerîkayê di rêza yekem a albumên ku herî zêde têne firotin de ye.
Muzîkarê efsanevî Michael Jackson di 26'ê pûşpera 2009'an de jiyana xwe ji dest da. Bi vê yekê re hezkiriyên wî zêdetir berê xwe da albumên wî û firotina albumên wî derket lûtkeyê.
Li gor nûçeya kovara Variety di nav lîsteya "Number Ones" de firotina albumên wî bi 114 hezar û 284'ê di rêza yekemîn de ye.
12 albumên Jackson ên solo û ên bi koma "Jackson Five" re hefteya borî 350 hezar heb firotiye, hefteya berê wê jî 447 hezar heb firotiye.
***
Nûçeyên eleqedar:


