logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Gotinên min li ser lîsteya pirtûkên ku nivîskaran pêşniyar kirine

Wekî kevneşopiyeke; dem bi dem nivîskar û rojnamegerên xelkê, ji bo kesên ku derdikevin betlaneyê lîsteyên pirtûkan amad

  • Dîrok: 20/06/2017
  • Beş: Serbest

Ferîd Demîrel*

Wekî kevneşopiyeke; dem bi dem nivîskar û rojnamegerên xelkê, ji bo kesên ku derdikevin betlaneyê lîsteyên pirtûkan amade dikin û wekî pêşniyar pêşkêşî wan dikin. Beriya betlaneya havînê di rojnameyan de, di malper an jî blogên wêjeyê de mirov rastî van lîsteyan tên.
Îsal Diyarnameyê jî (nizanim salên borî tiştekî wisa kiribû yan na?) lîsteyek bi vî awayî amade kir û bi sernavê "Nivîskarên kurd pirtûkan pêşniyar dikin" nûçeyek belav kir. Li ser daxwaza edîtorê malperê Cemîl Ogûz wekî kesekî hewl dide nasnameya (di wateya rih û pisporî ya rojnamegeriyê de bikar tînim nasnameyê) rojnamegeriyê bi dest bixe, min jî pêşniyarên xwe nivîsandin. Min pêşî wekî nivîsek li dû wê jî lîsteya pêşniyaran nivîsand. Ji ber ku formata nivîsê bi awayê belavkirina lîsteyê bû, hevokên min nehatin weşandin.
Li ser pêşniyara Oguzî min nivîsa xwe carek din girt dest, piçek din berfireh kir û ez dixwazim pêşkêşî we bikim.
Her çiqas ku lîsteyeke ji sê pirtûkan pêk tê hatibe xwestin jî ez ê hinekî sînoran derbas bikim û zêdetirî sê pirtûkan pêşniyar bikim.
Ev demeke bala min li ser wan pirtûkan e ku ji soranî ber bi kurmancî ve tên wergerandin. Niha jî ez heman şêwe pirtûkan dixwînim. Di vê betlaneyê de divê yek du ji van pirtûkan bêne xwendin. Yên Bextiyar Eliyî (bi taybet jî Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir) û Ferhad Pîrbalî divê bên xwendin. Weşanxaneya Avestayê û hin weşanxaneyên din ev demeke pirtûkên van her dû nivîskaran ji bo kurmancan didin wergerandin.
Pirtûka Jana Gel a Îbrahîm Ehmedî (Avestayê di salên derbasbûyî de ev pirtûk çap kiriye, lê her wiha di nava weşanên Komalê de jî çapeke kevn heye) û yên Eta Nihayî jî dikarim pêşniyar bikim.
Weşanxaneya Peywendê par pirtûkek gelek hêja çap kir. Abdulla Peşêw helbestvanekî gelekî hêja yê soranî ye ku hîna li heyatê ye. Peywendê bi navê "Şevnameya Şaîrekî Têhnî" dîwana Peşêw çap kiribû. Hêjayî xwendinê ye.
Weşanxaneya Lîsê par romana Yaqob Tilermenî ya bi navê "Hêlange" weşandibû. Ev pirtûk jî divê di nava lîsteya xwendinê de be.
Yeka din jî heye ku ez nebêjim nabe; "Nûbar - Yekemîn Hîkayeyên Kurmancî Yên Modern" ya Wezîrê Nadirî. Ji hêla Nûbiharê ve hatiye çapkirin û niha di nava lîsteya min de ye ku ez ê bixwînim. Dîsa Lîsê jî demeke berê di heman çarçoveyê de pirtûkên kurdên Sovyeta berê bi tîpên latînî çap kiribû. Ew jî di nava lîsteya min a xwendinê de ne.
Wekî teoriya wêjeyê pirtûka Remezan Alanî a bi navê "Destpêkek ji bo Zanista Edebiyata Modern" ji nava Weşanên Peywendê derketibû, wekî pêşniyar ez dikarim li ser vê lîsteyê zêde bikim.
Herî dawî jî helbestên Fatma Savciyê divê di nava lîsteyê de bin.

*Ferîd Demîrel rojnamegerekî kurd e û niha wekî edîtorê Beşa Kurdî ya Bîanetê kar dike 

**

Nivîsa eleqedar:

- Nivîskarên kurd pirtûkan pêşniyar dikin

 

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di Documentaristê de "Duet" bi ser ket

ad

Helbestên ku ji 400 sal berê bi 'Dîdarê Yar' hatin

ad

Li Zanîngeha DYA'yê dersên bi kurdî

ad

Parêzerên jin ji bo Aysel Tugluk bang kirin

ad

Ji bo bûrsa Îsmet Şerîf Wanli dema serîlêdanê dest pê kir

ad

Ji nû ve merheba

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname