Diyarname
Bi qezaya Sûsûrlûkê re gelek têkiliyên qirêj derketin holê û gelek têkiliyên qirêj derîşref bûn. Niha fîlmê vê qeraya Sûsûrlûkê tê kişandin.
Nivîskarê rojnameya Milliyetê Ali Eyuboglu îro quncikek nivîsî û got ku dê meha gelawêjê de li Londonê dê dest bi kişandina fîlm bikin. Fîlm dê bi ser Abdullah Çatli û Gonca Us ku her du di qezayê de bûn re bê kişandin
Fîlm ji aliyê Atmosfer Entertainment ve tê kişandin û bi ser înternetê re li kesên baş tirkî dizanin digerin.
Brad Butler (Xwediyê Xelata Weqfa Paul Hamlyn) û Karen Mirza dê bi hev re derhêneriya fîlm bikin.
Navê "The Scar" de li ser fîlm wisa hatiye gotin: "Li Sûsûrlûka Balikesîra Tirkiyeyê di 3'yê sermaweza 1996'an de qezayek trafîkê çêbû. Di nava otomobîlê de Cîgirê Midûrê Emniyeta Stenbolê, terorîstê kevn ê bi bernavê 'Bozkurt', qraliçeya berê û mebûsek gelek deng girtibûn hebûn. Di otomobîlê de paseportên sexte, pere, tilyak û çek derketin.
'Qezaya Sûsûrlûkê' ku bû sedem têkiliya rayedarên dewleta Tirk û rêxistinên sûcê yên organîze derkevin holê. Me tenê hin xeyala xwe tevî vê yekê kir. Di fîlm de bi vegotina 'Jinmam' dê qeza bê vegotin."
Ji bo fîlm li lîstikvanên tirk ên temen dor 40-45'î digerin.
Li gor nivîsê fîlm dê adara 2018'an de bikevi vîzyonê, li festîvalên welatên wekî Danîmarka, Swêd, Norwec û Fransayê jî bê nîşandayîn.
Ji bo lîstikvanên tirk ên di fîlm de cih bigirin jÎ dê rojane 200 pound (nêzî hezar TL) pere bidin wan.


