Diyarname
Meclisa Damezrîner a Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê piştî nirxandinê 2 rojan Zagona Hilbijartinê ya Federasyoan Bakurê Sûriyeyê erê kir.
Duh meclisê Zagona Hilbijartinê erê kir û îro jî roja hilbijartinê hat diyarkirin. Li gor biryarê roja 22'yê rezbera 2017'an dê hilbijartinên Komînan, di 3′ê sermawezê de jî hilbijartinên Şaredarî û Kantonên Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê, pêk werin.
Her wiha di civînê de biryar hat girtin ku 19′ê rêbendana 2018'an de jî hilbijartinên herêman û kongreya gelan a demokratîk li Bakurê Sûriyê, bêne lidarxistin.


