Diyarname
Maçên Komên E, F, G û H yên Lîga Şampiyonan îşev hatin lîstin. Beşîktaş ku li Porto bû mêvan bi 3 golan 3 pûanên xwe girtin û vegeriya.
Beşîktaş ku di Koma G de dilîze îro li Portekîzê li Stada Estadio do Dragao ligel Porto lîst. Beşîktaş di sehayê de serdest bû û bi sê golan serdestiya xwe nîşan da. Di deqîqeya 13'yan de bi lêdana Anderson Talisca bi 1-0 derket pêş. Di deqîqeya 28'an de Cenk Tosun skor kir 2-0 û 86'an de Ryan Babel encam diyar kir. Tekane golan Porto di deqîqeya 21'ê de Dusko Tosic avêt keleha xwe.
Maçên din bi vî awayî bi encam bûn:
- Liverpool - Sevilla: 2-2
- Maribor - Spartak Moskova: 1-1
- Feyonoord - Manchester City: 0-4
- Shaktar Donetsk - Napoli: 2-1
- Leipzing - Monaco: 1-1
- Real Mardir - Apoel: 3-0
- Tottenham - Borussia Dortmund: 3-1
**
Nûçeya Eleqedar: