Diyarname
Îro Meclisa Rêveberiya Xweser a Katalonyayê li hev civiya û Serokê Rêveberiya Xweser Carles Puigdemont berî civînê axivî û got ku meyla serxwebûnê di hilbijartinê de derketiye lê divê em di encama muzakereyên ligel Spanyayê de biryareke wisa bidin.
Puigdemont di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo ligel hikumeta Spanyayê pêvajoya ragihandina serxwebûnê dest pê bike ji meclisê xwest ku pêvajoyê bide sekinandin. Puigdemont wisa got: "Belê ji sindoqê 'Erê' derket. Gel biryara xwe da û ez dixwazim ev bê cih. Di encama referardûmê de Katalonyayê mafê ragihandina serxwebûnê bi dest xist."
Puigdemont di axaftina xwe de got ku ew hêvî dike pirsgirêka di navbera Katalonya û Spanyayê de bi awayekî aştiyane bi encam bibe.
Di 1'ê vê mehê de li Katalonyayê hilbijartin çêbûbû û sedî 90'î erê dengên erê gotibû. Spanyayê dijî vê referandûmê bertek nîşan dabû û dengdan wekî derqanûnî eşkere kiribû.
Başûr jî sekinî
Ji aliyê kurdan ve jî rewş hinekî bi vî rengî ye: Di 25'ê meha rezbera 2017'an de referandûma serxwebûnê li dar ketibû û gel gotibû erê. Rêveberiya Kurdistana Federe ya Başûrê Kurdistanê encam bi paş ve xist. Niha nîqaş hê didome.


