Cizîr
Ji ber biryara Dadgeha Hiqûqa Asliye ya Cizirî peykerê Orhan Dogan hat rakirin. Şaredariya Cizîrê niha li ciheke din digere ku peykerê lê deyne.
Şaredariya Cizîrê peykerê siyasetmedarê kurd Orhan Dogan çêkiribû û li parka li kêleka Çemê Dîcleyê danîbû. Dadgeha Hiqûqa Asliye ya Cizîrê biryar da ku park aîdê xezîneyê ye û biryara rakirina peykerê da.
Şaredarê Cizîrê Aydin Budak li ser vê biryarê axivî û got: "Li ser biryarê me Meclisa Şaredariyê civand. Meclisê ji bo peyker neyê şikenandin biryara rakirina peykerê da. Di heman demê de meclisê biryar girt ku peykerê li ciheke din deyne. Em niha li ciheke din digerin û di kurtedemê de emê peykerê dîsa daçikînin. Ev biryara dadgehê bi temamî siyasî ye. Di şexsê Orhan Dogan de biryar nîşaneya bêtehamuliya li hemberî demokrasî û aştiyê ye."


