Navenda Nûçeyan
Berdevkê Hikumeta Iraqê Seid Hedîsî li ser civîna lijneya teknîkî ya hevbeş a navbera fermandarên leşkerî yên Iraq û Pêşmerge zanyarî da û got: “Em dixwazin vegerin dirêjahiya sînorên sala 2003an.”
Seid Hedîsî ragihand: “Erkê serekî yê vê lijneya teknîkî ya hevbeş ew e ku bêyî ku tu karekî tundiyê derkeve holê, rê bidin veguhestina hêzên federalî bo sînoran.”
Berdevkê Hikumeta Iraqê her wiha diyar kir: “Fermandarên Polîsê Federal û Pêşmerge di civînê de ne, da ku ev veguhestin bi awayekî aştiyane û mirovî were pêkanîn.”
Hedîsî destnîşan kir, ku armanca civînên roja şemiyê danûstandin e ji bo vegera bo sînorên sala 2003'yan û sînordarkirina Herêma Kurdistanê bi parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê ye.
Niha şandeke leşkerî ya payebilind a Herêma Kurdistanê li bajarê Mûsilê li gel berpirsên leşkerî yên payebilind ên Iraqê di civînê de ne.
Berî civînê Sererkanê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî ragihand, ku di civînê de dê berpirsên leşkerî yên Amerîkayê jî amade bin û gotibû, tê pêşbînîkirin ji bo ku şer bi temamî raweste, her du alî dê bigihîjin rêkevtinekê.
Ji Rûdawê hatiye girtin
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Li ser Başûr îro sê nûçeyên derketine pêş (27.10.2017)
- Hikumeta Iraqê xwest du kanalên kurdî bêne girtin
- Encamên referandûmê hatin betalkirin
- Hilbijartinên Herêma Kurdistanê hatin paşxistin
- Hilbijartinên parlemenê û Serokatiya Herêmê hatin taloqkirin
- Bedran Dere: Kurdistan wê çima nebe Almanya?
- Cemil Oguz: Pêdiviya Başûr bi Salih Muslim heye
- Hîwa Khoshnaw: Piştî referandûmê hin gotin
- Başûr: Em bê şert ji diyalogê re amadene lê, dest ji referandûmê bernadin
- Goranê biryara avakirina Hikumeta Rizgarî ya Niştîmanî erê kir
- Notên ji axaftina Bafel Talabînî
- Cockburn: PDK û YNK'ê berî operasyonê li hev kirin ku vekişin
- Hewlêr: Em amadene vegerin Bexdayê
- Hilbijartinên parlemenê û Serokatiya Herêmê hatin taloqkirin
- Fermandarê Pêşmerge: Biryara paşde vekişandinê rast bû
- Lahor Şêx Cengî: PDK’ê 31’ê Tebaxek din anî serê Kerkûkê
- Li ser Başûr sê nûçeyên îro derketin pêş
- Li ser Başûr îro çend notên girîng (27.09.2017)
- Ji serê sibê de agahiyên li ser referandûmê (Hemû agahyên roja 25'ê mehê)
- Meclisa Kerkûkê biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm red kir
- Komên Kurdî beşdariya Parlamena Iraqê rawestandin
- Waliyê Kerkûkê ji peywirê hat girtin
- Nûner Mistefa: Em hewldanên bi paş ve xistina referandûmê erênî dibînin