Diyarname
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku di 28'ê sermaweza 2015'an de li ber Minareya Çarling a li ser Balikçilara Sûra Amedê hatibû kuştin, di 2'yemîn salvegera kuştina wî de bi çalakiyan tê bibîranîn.
Baroya Amedê ji bo bîranînê hin çalakiyan li dar dixe. Li gor bernameyê 28'ê mehê saet 10.53 de li ber Minareya Çarlingdê bîbîranîn çêbibe û heman rojê saet 14'an de dê herin ber gora Elçî ku li Goristana Yenîkoy e. Saet 18.30 de jî li Navenda Çanda Cegerxwîn dê belgefîlmê bi navê "Tahir Elçi-Kirik Saat" (Tahîr Elçî-Saeta Şikestî) ji bo bîranîna wî bê nîşandayîn.
Roja 29'ê mehê li Salona Konferansê ya DESOB'ê (Odeya Esnaf û Senetkarên Amedê) panela bi navê "Tahîr Elçî û Kuştinên Kiryar Nediyar" li dar bikeve. Panela ku saet 13.30 de wê li dar bikeve moderatoriya wê dê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen bike. Parêzvana mafên mirovan Eren Keskin, Mebûsê HDP'ê Osman Baydemir, Hevserokê Demokrat Yargi Eşbaşkanı Orhan Gazi Ertekin û rojnameger İsmail Saymaz dê biaxivin.
30'ê mehê jî saet 14'an de li TOKÎ'ya Seyrantepeyê dê li Daristana Parêzer Tahir Elçî dar bêne çandin.
Her wiha rojên 2-3'yê mehê ji bo bîranîna Elçî li avahiya Alîkariyê Edlî ya Baroya Amedê 2'yemîn Tûrnûvaya Kişikê ya Zarokan li dar bikeve.
Çalakî 2'yê meha berfanbarê jî dê li Stenbolê bidomin. 2'yê mehê roja şemiyê Meydana Taksîmê heta ber Lîseya Galatasaray dê ji bo Elçî meş bê lidarxistin.


