logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin
  2. Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir
  3. Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?
  4. Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!
  5. Kûpaya Tirkiyeyê: Va ne maçên bajarên kurdan
news-details

Li Berlînê Konferansa Dîplomasiya Kurd

Pêşengê şoreşa gundiyan a Meksîkayê Emîlîano Zapata di salên 1910'an de wiha gotibû, "Li hemberî zaliman hûn nikarin bi

  • Dîrok: 25/11/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

YEKO ARDİL

Pêşengê şoreşa gundiyan a Meksîkayê Emîlîano Zapata di salên 1910'an de wiha gotibû, "Li hemberî zaliman hûn nikarin bi rahiştina şepqeya xwe edaletê bi dest bixin, encax hûn dikarin bi çeka xwe edaletê pêk bînin."
Dawiya heftêya bihurî li Berlînê, 2'yemîn Konferansa Dîplomasiya Kurd hat lidarxistin. Ev konferansa ku gelek sazî û rêxistinên siyasî, civakî û dîplomatîk yên kurd û alman anîn cem hev, ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAVDEM) ve hatibû amadekirin.
Salona konferansê ya aîdê Partiya Çep a Alman (Dîe Lînke) ya bi navê Karl Liebnecht Haus bi wêneyên dîplomatên şoreşger ên kurd yên weke, Sakîne Cansiz, Hûseyîn Çelebî,Engîn Sîncer, Mehmet Aksoy û wekî din, û di bin gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Eger dixwazî bijî, nexwe di nav azadiyê de bijî" de hat birêvebirin.
Di konferansê de saziyên wekî Civaka Azad,  Komela Azadî, ISKU, Tatort Kurdistan, YXK, JXK, Cenî û Însîyatîfa Azadiya Ocalan beşdar bûn. Her wisa di asta hevserokiyan de KCDK-E, NAVDEM, KNK, parlamentera Eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemîr, ji HDP´yê Tugba Hezer, Faysal Sariyildiz, Leyla Îmret, ji Lîga Navneteweyî ya Mafên Mirovan, Rolf Goşner, nûnerê Azadî Elmar Millich, nûnerê Rojava yê Almanya Mesud Hasan û parêzer Mahmut Şakar jî tevlî konferansê bûn. Hêjayê gotinê ye ku ligel van sazî û kesayetên hejmartî jî di her du rojan de bi dehan nûner û kesayet tevlî bûn û bi baldarî guhdariya gotar û axaftinan kir.   
Li jor bi baldarî me navê salona konferansê destnîşan kir, lewre du salonên berê hatibûn girtin, ji ber sedemên ne zelal, hatibûn betalkirin. Ango gava babet kurd û Kurdistan be û nemaze mijar jî têkiliyên kurdan yên dîplomatîk û karên derve be, li navenda Almanyayê jî bi hêsanî cih û war peyde nabin.
Di salonê de sembolên YXK û JXK´ê li gel diruşma, ‘Ciwan siberoja me ne’ hatibûn hilawêstin. 
Dîsa divê mirov diyar bike ku ev cure konferans li Almanyayê cara duyemîn e tê pêkanîn, ji vê jî mirov têdigihije ku di vî warî de dîrokeke kurdan a pirr kevin nîn e.
Her çiqas di dîroka sedsalî de kurdan jî di qada dîplomasiyê de hin xebat kiribin û hind kesan wekî dîplomat di qada navneteweyî de derxistibine pêş jî, mixabin mirov nikare bi rêk û pêk behsa xebateke xweser a dîplomasiya gelê kurd bike.
Helbet divê mirov mafê kesayetên wekî Şerîf Paşa, birayên Bedirxanî û Şerîf Wanlî jî binpê neke.
Di konferansê de aliyên herî zêde bal kişandî jî ev bûn; Konferans ji demeke dirêj ve û bi hendazetî hatibû organîzekirin, ligel nûner û kesayetên kurd bi qasî sih alman jî di her du rojan de li salonê amade bûn. Wergerên rasterast yên almanî, tirkî û kurdî di karê xwe de serketî bûn. Babet û naverok tije bû. Ramanên rêberiyê, ekolojî, xwişk û biratiya di navbera bajaran de, nihêrîna li ser jinê, ligel zextan jî hevkariya bi Rojava û Şingalê re û ya ku van hemûyan jî dihewîne, dîplomasiya gel ango dîplomasiya di navbera gelan de bi zelalî hatin pêşkêşkirin.
Namilkeyeke piçûk a bi navê, "Karê derve çawa tê birêvebirin" jî hatibû amadekirin. Helbet divê mirov navê kovara demdirêjî ya bi navê "Kurdistan Report"ê jî ji bîr neke.
Di bin ronahiya van agahiyan de gava pirsa gelo kurd ji dîplomasiyê çi fêm dikin tê kirin, ev raman derdikeve pêşberî mirov: "Bi kevneşopiya neteweya demokratîk ve, dîplomasî vediguhere alaveke bêhtir a aştî û hevkariya di navbera civakan de, dîplomasiya ku wekî rêbazeke danûstandinên afirîneriyê cihê xwe digire, li karê xwe yê bingehîn ê çareserkirina pirsgirêkan vedigere. Ne alav û navgîna şerî ye, nemaze alava aştiyê û ya karên sûdewer e. Karê ku tê de mirovên zana û rûspî kar dikin û wezîfeyeke exlaqî û polîtîk îfade dike. Bi taybetî jî, têkiliyên dostane yên di navbera gelên cîran û eqreba de, wisa jî di geşkirina wan têkiliyên sûdeweriya beramberî de bi roleke girîng radibe. Hêza hevpar a sazkirina civakîbûnê û hêza wê ya ramanî ya bilindkirinê ye." Wê demê mirov dikare bi hêsanî pirs bike, ka gelo kî û çima ji ramaneke wiha şik dibe, ditirse an jî dijberiya wê dike?
Di herdu rojan de kurdan û dostên wan her li ser hewldana têkiliyên di navbera gelan de sekinîn. Di yek gotinê de jî behsa sûd û fêdeya şer û pevçûnan nehat kirin. Ji bo girîngiya dîtinên birêz Ocalan ku beşek jê li jor jî, hat pêşkêşkirin, tim modela Rojava wekî nimûne hat dayîn. Kurdan çawa karî li erdekî ku vegerandibû çolistana gelan, ew baxçeyê rengîn ê çandan ava bikin?
Di encamê de, di her gotarê de ew gotina Zapata dihat bîra mirovî, ya rastî kurd bi tu awayî destê xwe ji tu hêzê re venakin, lava û fîzar nakin, li welatê xwe şerê man û nemanê dikin lê li derve jî têkoşîneke cihê şanaziyê û bi serbilindî dimeşînin. Gava behsa wêrankirina welatê xwe jî dikin ku gelek hêzên serdest yên dinê jî hevparê wê qedera bêyom in, dîsa jî banga hatina ser riya dostaniyê dikin. Encama ji her du rojan derketî jî ev bû: Destekî me li ser birîna me be jî, destê din ji bo banga serkeftinê tim li hewa ye.
25.11.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Wêneyê wê yê tazî ji bo alîkarî tê firotin

ad

Di TRT2'yê de Dosyaya Wêje Kurdî

ad

Pirtûkên Guney ji nû ve tên weşandin

ad

Wan jî polîsên tirk nas kirin!

ad

'Lorîk' hat çapkirin

ad

Hejmara mebûsan guherî, ev bi kêrî Dêrsimê hat

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Kurd wê li salona Neteweyên Yekbûyî konferansek li dar bixin

  • 15 09 2026
news

Siirt Sporê Dêrsim Spor têk bir

  • 16 09 2026
news

Îsal li Başûr çend xwendekar dest bi dibistanê dikin?

  • 16 09 2026
news

Hakkarî Zapspor bêyî bilîze Cizre Belediyespor têk bir!

  • 16 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname