logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Ji Başûr sê nûçeyên îro

Roj nîn e li Başûr agahiyên balkêş neyên. Îro dîsa li hin deran xwepêşandan hebûn. Ji bilî van agahiyên paşve vekişîna p

  • Dîrok: 22/12/2017
  • Beş: Nûçe

Roj nîn e li Başûr agahiyên balkêş neyên. Îro dîsa li hin deran xwepêşandan hebûn. Ji bilî van agahiyên paşve vekişîna pêşmergeyan, girtina saziyan û meseleya rêya Kerkûk û Misûlê...
Vane sê nûçeyên derketine pêş:

PDK devera Giwêr jî radestê Iraqê dike

QERECOX ENWER / HEWLÊR

Ji duh êvarê ve, pêşmergeyên ser bihêzên Leşkerên Gulan yên Partî Demokratî Kurdistan (PDK) dest bi kişandina hêzên xwe ji bajarokê Giwêr ku dikeve Başûrê parêzgeha Hewlêrê, kiriye. Çav li rêye ku ev herêm jî radestê hêzên hevpar yên Iraqê were kirin.  

Çavkaniyeke taybet ji nava leşkerên taybet yên Gulan ku ser bi PDK’ê ye û nexwast navê wî eşkere bibe, di vê derbarê de hinek agahî da û got: “Duh saet 18:00’ê êvarê ji me re hate gotin ku tabûra çekên giran amade bikin. Lê, me nezanî ji bo çiye? Heya saet 21:00’ê şev şûn de ji me re ferman hate ku em vekişin devera Behdînanê.”

Heman çavkaniyê wiha jî got: “Sedema vê kişandinê ewe ku berê niha 8 rojan hikûmeta Iraqê gotiye divê hêzên PDK’ê ji devara Giwêr û Mexmûrê vekişin. Ev jî tê wê wateyê ku ewê berbi Mexmûrê ve pêş ve biçin û bajarokê Giwêr jî radestê wan were kirin.”

Ev çavkanî têkildarî ku ev hêza ku vekişe wê berê xwe bide kîjan deverê de jî agahî da û wiha pêde çû: “Heya niha PDK ji bo bîrên neftê yên Xurmele ku dikevin deşta Şemamik biparêze li vir bûn. Lê, niha ji neçarî vedikişin. Ji ber piraniya hêzên çekdarî vekişiyane nava bajêr û bajarokên herêma Kurdistanê da ku pêşî li xwepêşandan bigirin.”

Leşkerên Gulan hêzeke taybet a pêşmergeyên PDK’ê ye ku ser bi wezareta pêşmerge ya herêma Kurdistanêye. Her wisa berpirsê vê hêzê jî kurê Mesûd Barzanî Mensûr Barzaniye. Heman hêz bû ku di 17’ê Cotmehê de ji Şengalê vekişiyan.

**

Rêya Kerkûk û Mûsilê ket bin kontrola artêşa Iraqê de

 

HAWAR STAR/ KERKÛK

Îro hêzek a artêşa Iraqê li bajarokê Qerac ê girêdayî Hewlêre û di heman demê de dikeve sînorê bajarokê Dubiz ê girêdayî Kerkûkê hate bicihkirin.

Berpirsê komîteya YNK’ê li Mexmûr Reşad Gelalî li ser mijarê ji ajansa me re wiha ragihand; “Ev hêze ji bo bicihbûn û kontrolkirina rêya sereke ya navbera Kerkûk û Mûsilê de hatiye. Ev hêzek nû ya artêşa Iraqê ye û li bajarokê Qerec heya çar rêyana Qeregûtk a li ser rêya sereke ya Mûsil û Kerkûkê bi cih bûne. Heman demê de ev rê diçe ji bo Hewlêr jî û dikeve sînorê madeya 140 de.”

Reşad Gelalî wiha jî got; “Li vir artêşa Iraqê çend baregeh çêkirine û li ser rêyê jî nuqteya kontrolê çêdikin. Armanca wan jî parastina welatiyan û kontrola rêyê ye. Ev rêyek pir stratejîk e. Heman demê de ev rêye diçe ji bo bajarokê Sergeran, Dubiz û ji wir diçe bajarokê Qerec. Ji wir jî diçe Mexmûr, Geyare. Her wiha rêya sereke ya navbera Kerkûk û Mûsile, diçe Hewlêr jî." 

Reşad Gelalî wiha dewam kir; “Ev hêze ji duh ve hatiye û îro dest bi karê xwe kirin. Piştî hatina vê hêzê, niha li Qerec û Mexmûr artêşa Iraqê heye. Her wiha li Dîbega û Geyare hêzên pêşmergeyên PDK’ê lêne. Ev herêm hemû jî dikevine madeya 140 de.”

Dawiyê de jî Reşad Gelalî got; “Heya niha hêzên PDK’ê ji van cihan venekişane û li gor nêrîna min herdû alî li dijî hev amadekariyên baş dikin. Li herdû aliyên Çiyayê Qereçox amadekarî dikin, li hemberî rewşek rû bide.”

**

Rêveberiya Hewlêrê vê carê jî Akademî girt

Şaxa Akademiya Siyaset û Fikra Demokratîk a Hewlêrê plan kiribû ku duh li avahiya xwe bi mijara "wêjeyê" semînerekê lidar bixe. Lê semînera ku dê wêjenas û rewşenbîr tevlî bibûna, ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hat astengkirin. Her wiha bêyî ku hincetek bê nîşandan şaxa akademiyê hat girtin.

Rêveberiya Şaxa Akademiyê ya Hewlêrê têkildarî mijarê ji bo ajansa me daxuyaniyek nivîskî şand. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku asayîşa Hewlêrê cara sêyemîn e bi darê zorê nahêle bernameyên rewşenbîriyê bên lidarxistin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin şevê din asayîşa Hewlêrê saet di 21.30'an de bi ser avahiya akademiyê de girtiye û bêyî destûra dadgehê, gotine ku ew akademiyê digirin. Her wiha asayîşê jê re gotine ku avahiyê vala bikin û êdî nikarin li Hewlêrê kar bimeşînin.

Di berdewama daxuyaniyê de ev pêkanîn hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Ev nêzîkahî diyar dike ku li ser azadiya ramanê û çalakiyên sivîl metirsiyek heye, tên tehdîtkirin. Civaka Kurdistanê ji vê nêzîkahiya asayîşa Hewlêrê zêdetir aciz dibe. Her wiha rewabûna zagon û yasayên herêmê dixe bin gumanan."

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê akademî tevî hemû astengiyan jî xebata xwe bidomîne.

Li ser mijarê Serokê Giştî yê Akademiyê Faik Gulpî got: "Ev biryarek siyasî û ferasêtek dîktatorî ye. PDK di tirse ku feraseta akademîk û zanyarî di nava civakê de belav bibe. Her wiha ditirse ku xwepêşandanên gel li Hewlêrê jî çêbibin. Lewma van pêkanînên siyasî û keyfî dike."

Akademiya Siyaset û Fikra Demokratîk di sala 2015'an de li Silêmaniyê hatiye vekirin û şaxa xwe li Hewlêrê jî vekiribû.

Hêjayî gotinê ye ku duh jî Rêxistina Têkoşîna bi Gendeliyê re STOP ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hatibû girtin.

Ev nûçe ji Rojnewsê hatine girtin

 

 **

Nûçeyên Eleqedar:

- 'Eger pirsgirêk çareser nebin, wê qonaxa duyemîn dest pê bike’ 

- Goran û Komeleyê daxuyaniyek hevbaş dan 

- Çalakiyên li Başûr didomin (21'ê mehê) 

- Hikumetê Kanala NRT girt 

- Li Başûr xwepêşandanên îro (19'ê mehê) 

- Agahiyên li ser xwepêşandanên Başûr (18.12.2017)  

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

DILO

ad

'Xwebûn'a nû bi PDF'ê bixwînin

ad

Dînîtî hêjatî ye

ad

FIFA'yê berendamên lîstikvanên salê eşkere kirin

ad

Li Meletî xelat hatin belavkirin

ad

'Zargotin Zêrgotin e' û li benda me ye!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname