Diyarname
Li gor UNESCO'yê li dinyayê 6 hezar ziman hene, lê îdîa ew e ku nîvê van zimanan li ser rêya mirinê ne. Di nav zimanên bi mirinê re rû bi rû ne de zimanên herêmî di rêzên pêşî de ne.
Îro 21'ê Mehê Roja Zimanên Zikmakî ye ku Neteweyên Yekbûyî ev qebûl kiriye. UNESCO her salê di vê rojê de balê dikişîne ser zimanên li ber windabûnê ne. Li gor UNESCO'yê li dinyayê 6 hezar ziman hene ku hê jî têne bikaranîn û ji van 2 hezar û 500 ziman di bin talûkeya têkçûnê de ne.
Endama Komeleya Zimanê Di Bin Tehdîdê De Ne Ya Alman Katharina Haude ku li Navenda Lêkolînên Zanistên Neteweyî ya Fransiz dixebite li ser sedema têkçûna zimanan wisa dibêje: "Nîşaneya herî xuya ya vê yekê ew e ku dê û bav bi zarokên xwe re zimanên xwe napeyivin."
Li gor UNESCO'yê ji sala 1950'î û vir ve li dinyayê ji 200'î zêdetir ziman mirine û dibêjin ku di deh salên dawî de hejmara zimanên ji holê radibin zêdetir dibe.
HDP: Xebata me ya ji bo zimana dê bidome
HDP'ê jî ji bo rojê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku di sala 2018'an de jî hê kurdî wekî "zimanê nayê zanîn" tê binavkirin û wisa got: "Lê ligel hemû astengiyan û qedexeyan jî dê têkoşîna me li hemberî hewldanên zimanan tehdîd dibînin bidome. Ji bo xizmeta pirzimanî çêbibe, ji bo li Tirkiyeyê bi hemû ziman perwerdehiya bi zimanê zikmakî çêbe û ew ziman bikevin bin ewlehiya zagonî dê têkoşîna me bidome. Em carek din dibêjin bila 21'ê Rexemiyê Roja Zimanê Zikmakî pîroz be û em dibêjin: Zimanê zikmakî mafê bingehîn ê hemû mirovî ye, rûmeta wê ye."


