Diyarname
Îro koma aştiyê hat Tirkiyeyê. Ji serê sibê de li hemû Tirkiyeyê bajarên kurdan meraqek hebû. Vaye deqe bi deqe îro çi bû:
08.30
Agahiyên ku dê îro koma aştiyê were ev çend roj bû li her derê dihat gotin, dihat nivîsîn. 4 jê jin 4 mêr bi giştî 8 kes ji Qendîlê û 26 jî ji Qampa Mexmûrê koma aştiyê ya ji 34 kesî pêk dihat dê bihata. DTP, hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û û Emine Ayna jî têde bi deh hezaran kes çû Silopiyê. Bi dehezaran kesî li Silopiyê mîtîngeke pêşwaziya komê li dar xist. Serê sibe bi vê agahiyê dest pê kir.
09.30
Hevserok Ahmet Turk li Grand Otela Silopiyê daxuyaniyeke da çapemeniyê û daxwazên xwe anî ziman. Turk got:: "Dewlet gavekê bavêje dê PKK deh gavan bavêje."
10.00
Koma ku ji Qendîlê dihat û ya ji Mexmûrê li neqebê Hewlêrê gihîştin hev û bûn yek. Ji wir ber bi Bakur ve meşa wan dest pê kir. Di vê navê de di konvoya ku ew dianîn de qezayeke trafîkê çêbû û kesek jiyana xwe ji dest da.
11.00
Li Dêrsim, Stenbol, Mêrdîn, ÎZmîr, Mêrsîn, Edene, Riha, Batman, Wan, Culemêrg, Bedlîs, Îdir, Agirî, Qers, Mûş û Erdexanê gel ji bo silavê li koma aştiyê bike meş û mîtîng li dar xistin.
Saet 12.30
Bi hezaran kes ji bo pêşwaziya li komê ji Silopiyê ber bi Deriyê Xabûrê ve kete rê.
16.00
Koma Aştiyê piştî ku li Deriyê Îbrahîm Xelîl karê wan ê qeydkirinê temam bû ketin nav sînorê Tirkiyeyê.
45 parêzer jî ji bo li Deriyê Sînorê ê Xabûrê amade bin çûn deriyê sînor. Mebûsên DTP'ê Gultan Kişanak, Pervin Buldan, Fatma Kurtulan, Mebûsê Serbixwe Ufuk Uras, endamên Komên Aştiyê yên sala 1999'an ên Koma 1'em û 2'yem Yuksel Genç, Aygul Bidav û Aysel Dogan, Cîgirê Serokê Partiya Sosyalist Mustafa Kahya, Serokê KESK'ê Sami Evren, helbestvan Ahmet Telli jî di nav de komek ji gel çûn Deriyê Sînor ê Xabûrê.
16.20
Nameya daxwazan ku Koma Aştiyê bi xwe re anî bû hate eşkere kirin. Di nameya ku ji bo Serokomar, Serokwezîr û Serokê Meclisa Tirkiyeyê hatiye nivîsîn hate eşkere kirin. Di nameyê de komê ji perwerdehiya bi kurdî, heta azadbûna nasneme û navên bi kurdî, ziman û çanda kurdî, heta bi paş ve dayîna navên gund û bajaran, sazkirina Zagoneke bingehîn a demokratîk daxwazên xwe anîn ziman.
19.20
Muşteşarê Wezareta Karên Hundir Osman Guneş bi parêzerên Koma Aştiyê û DTP'yiyan re hevdîtin pêk anî û agahî da Enqereyê.
22.00
Li Deriyê Sînor ê Xabûrê serdozgerekî taybet ê komarê dest bi girtina îfadeyên Koma Aştiyê kir.


