logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye
  2. Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da
  3. Hûmara newî ay "Bajar"î veciya
  4. Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye
  5. Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir
news-details

Ez kî me!

Hê jî nizanim ez kî me û ez çi me? Di demên pêş de belkî navekî min çêbibe yan jî hinek navekî li min bikin û min pênas

  • Dîrok: 18/04/2018
  • Beş: Serbest

Feratê DENGIZÎ


22.05.2017-24.06.2017 / Zêmariya Heskîfê

Hê jî nizanim ez kî me û ez çi me?
Di demên pêş de belkî navekî min çêbibe yan jî hinek navekî li min bikin û min pênase bikin.
Nizanim.
* * *
Wê şeve bi tirs ji xew şiyar bû. Her çiqasî ava cemidî li ser çavên xwe kir û porê xwe şil kir jî gêjiya wî neçû. Di nav tasewas û xeyalan de bû. Piştî taştê rahişt dasa xwe-ligel karmendiya xwe karê malê jî dikir, jîr bû- û berê xwe da nava rez. Rezê wî li nik Baxçeyên Selehiyê yên binya latên mezin bû. Ji vira Tîjle xweş dixuya û nêrîna li Heskîfê mirov dilxweş, kêfxweş û dilaram dikir. Her çiqasî ji vir aliyê kelehê, serê kelehê nedixuya jî, hêza xebatê dida mirov.
Piştî xebateke demdirêj, pala xwe da kendalekî û xwe bera nav xweşiya xwezayê da. Çawa be kesaxa wî ne zede bû. Xwedêyo, ev çi xweşî bû. Rezan mil dabûn hev, benên wan bi gul û çîçekan nexişandî… Selehiyê tev dixuya, darên sêv, mişmiş, hinar û hejîran ango baxçeyan jî xwe spartibûn rezan. Li binya rê keç û jinan karê malê qedandibûn, zarokên bêvil bilîçik li pey wan, berê xwe dabûn qiraxa Tîjleyê.
“Herê Tîjleya nerm, aram pir xweşik. Xweşikahî û xweşherikîna ava te mirov sermest dike” got di dilê xwe de. “Ev çi xweşherikîne? Hêza çi yê di dilê te de...!”
Bala wî çû ser şikefta wî alî avê, ya di lata wî alî çem de. Hele, hela… Dîsa gêj bû.
* * *
Bera ev colê me çiqasî bi heybet û bê serî û ber e. Kes li kesî guhdarî nake. Rihê min bi wan re çû. Gotin bi serê wan de nare, bêfêhm in, ji başî û hewcedariyan bêhay in. Bîra rêz û meş û civandinê û xetereyan nabin. Ketberê dijîn û her tim di derekê re werdibûn an jî tiştinê hov wan dixwin. Tim û tim dilîzin û xwe ji bîra dikin. Êdî ez ji jiyana colîn aciz im, bi col re naqedînim. Ne porqijikê bûna karê min zor bû. Nizam çi bikim.
Tev gêj in. Di nav pirça xwe de winda bûne, mîna wan hûtên çiyê. Deng bi serê wan de naçe, ne fêhmdar in. Lavelavek û qebeqebek di nav devê wan de ye, mirov ji wan fêhm nake. Min got, “mirov!”, ê wele ez jî nizanim mirov çi ye? Lê va tê ser zarê min, neyê ser. Pêşî bi îşaret, dehfdan û rêdanê min hebikî rêzan û pîvan da wan. Me ev şikeft kolan bi hev re. Pêşî em ji nava avê hatin û me kolan. Hoste ez bûm. Paşê me şikeftên xwe bi rêyek bin erde re, bi reşahiyê ve girêdan û nepenî hişt, wekî kewiyê bû, ji bonî ewlehiyê. Jixwe şikeftên me tev bi hev ve girêdayî bûn, ji yekê em derbasî ya dinê dibûn. Me şikeft wisa yek bi yekê ve girêdayî tekûz kirin. Em bi hejmarê nizanin, lê pir bûn, bi qasî balindeyên li hewayê. Bi qasî refê teyran. Rêya asasî di nav avê de bû, ya bi dizî jî me çend kesan dizanî. Carinan şeveqê di vira re derdiketim û diçûm nêçîrê. Ev rindika porqijik a çavhungivîn jî hêja ye, xwîngerm û xweşik e. Lê ez bi qasî wê ne biaqil im. Xurt im, lê têgihîştina min qels e. Ev meseleya li qiraxa avê kolana şikeftan wê bi ber me xistibû.
Gelo ez û wê yek taybet ji xwe re çêbikin nabe! Wekî ku pêlên avê bilind dibin. Gelo dîsa av zêde dibe!
* * *
Rojên betlanê zû diqedin. Karê daîreya fermî jî ne giran bû. Bi hêsanî ji heq derdiket, lê derdê nezanî û cahiliya gundiyan ew bêzar dikir, dilê wî bi wan dişewitî. Dizanibû ku pergala serdest wekî qeydek hesin e, ew jî tê de, mirov, rihê mirov dişidîne û xwînê di canê mirov de nahêle… Ku diramiya gêj dibû, jixwe gêj bû.
Îro karê rez tunebû, berê xwe da serê kelehê. Beriya ku bajar dakeve dora rê, dora pira nû û çem mala wan jî li vira bû. Di “Deriyê Medan” re bi awirên dilkeser li porê rojê yê nexişkirî yê tozgirtî yî nîvbirqane nihêrî. Sêra dûpişkê ne li ciyê xwe bû. Hatibû dizîn. Lewra li serê kelehê dûpişka bi mirov vedida. Ma çiqasî pir bûn. Te digot qey axa vira tev dûpişk in. Warê dûpişkan! Hêdî, hêdî meşiya. Di kaşê rê de destên xwe da pişt xwe. Serê xwe hejand, serî di ber de. Deriyê duyemîn ê “Fersan” ku sêra mar wisa reşbiriqîn li ser dixuya, hê tekûz bû, bi rastî jî li serê kelê mar bi mirov venedida. Dihat gotin ku ji ber vê sêrê ye. Deriyê dawî ne şeş be yê “Qereqoyîniyan” bû, bê sêr. Hebikî hilweşiyayî. Xwe gihand rasta serê kelê, ber camiyê. Divê li dûvpişkan miqate bûna. Hersê derî jî li ser rêyekê bûn, rêya asasî. Li rasta ber camiyê bi dilguvaştî meşiya. Rasta hespbeziya qaşo Hesen! Hesenê ber sêdarê. Bi xwesteka dawî bi kêf li vê rastê hesp bezandibû û xwe di ser Tîjle re qevastibû… Herê axê, herê waro! “Hesenkêf, Hesenkêf, navê lê hatî!” “Heskîfa me herimand” digot di dilê xwe de. Difikirî ku îro zêde kes jî li derdorê nîn e. Xalî bû Heskîfa melûl, kesî xatir jî nedixwest…
Bi rastî Heskîf li ser tehtek mezin û fireh bû. Mal, xanî û şikeftên ku tê de hatibûn kolan bi şêwe wekî kefa heskê bûn, heskîn. Şikeftên wê “hesk”în bûn, Heskîf bûn. Heskîfa dîrokî ya dilêş! Ji vê rastê, ji vir, ji serê kelê her der dixuya. Rêyek bi tenê dihat vir. Ji vê rêya pê ve tu rêyek dinê tune bû. Ya li rojava hebikekî biçûk û bi ristinek, hûnandinek kevirîn ê zexm hatibû asêkirin, kaşê wê pîr tîk bû. “Niha ez qala Heskîfa, Eskîfa ji qal û belayê bikim tê dernayêm” got ji xwe re û gera xwe domand. Seriyek da her du cercikên ku bi nepenî ji bo avê, avanînê dadiketin Tîjleyê û rewşaramekê dile wî dagirt. Zilamekî ciwan, jîr û karker bû, ji karê xwe, ji kedê hez dikir. Lê xuyekî wî yê ecêb hebû. Ji xwe diçû. Carinan nizanibû çi ye, kî ye, li ku ye… Di nav van ramanan de ew mamosteya ciwan a porqijik a çavhinguvîn ket bîrê. Gelo rojek şemiyê piştî nîvro ku dersdayîn diqediya nikaribû pê re here gere, seyranê. Derdora tehta qîza qirêl û serêkaniya, serêava pişt latên Selehiyê pir xweş bû. Demsal jî biharîn û kelecana hebûnê diniziland dilê mirov. Têkiliya wan xweş bû, ku diya wê jî destûr bidana… Divê hebikî jî wêrek bûna.
Bi awirên kûr ê nepen li Tîjleyê dinêrî; Çiyayê Rima, Pira Kevn, Îmam Evdela, Pira Nû, Ser Pira, Bin Pira û ew şikeftên ku ji wan re digotin “Malên Medan”* bala wî kişand. Şikeftik bi serê xwe di nîvê lata di ser Tîjle de hebû, ji şikeftan tevan dûr, ku bala wî çû ser, dîsa gêjiya wî hat. Bêhna wî çikiya û te digot qey di binê avê de ye. Di avê de dixeniqe. Avê hêdî hêdî gewriya wî dixitimand, bênefes dima. Xîrexîr diket qirika wî. Dîsa ber çavên wî tarî û               hişê wî şolî…
Hela, hela…
* * *
Min şikefta xwe ediland. Tifikek ku dû nagire çêkir. Ciyê xwarinên ku ji bonî zivistanê hilînim, xweş kir. Ciyê rûniştinê, yê paqijiyê û hwd…
Ciyê herî xweş ê şikeftê ber devê wê bû. Min du sedrên ku li ser rûnêm û li avê temaşe bikim çêkir. Av, boş û coşiya herikîna wê pir bala min dikişand, min dikaribû bi roj û şevan lê binêrim. Di seyra wê de gelek raman di serê min de diçûn û dihatin, gelek tiştan êrîşî mejiyê min dikir. Ji ber vê min pir ji vê avê û herikina wê hez dikir û kelecan dida min. Av, ev çi bû! Bingeha jiyanê. Ev çi ye, ji çi çêdibe û bi ku ve diçe! Çima candar bêyî wê naqedînin û bêyî wê najîn… Of…. Her çi be! Rêya nepenî ya ku ji avê tê ya ku di bin wê hejîra di latê de ye û ya banî min têkûz kir.
Ma ku ez porqurîşkê qanih bikim û bînim vira.
Gotina min neşikand. Yanî wate da îşaret û tevgerên min. Bi dilxweşî da pey min. Dilê min bi kelecan lê dida, mîna yê kevokê, wekî ku hestên cuda li min peyda bûn ku ji qalibê xwe derbikevim. Bi kêfxweşî li şikefta min geriya û hat li ser sedra li pêşberî min rûnişt. Ligel kenekî tinazî bi awirên xwe ez darizandim; “Çawa tu col diterikînî? Çawa tu wan bi tenê dihêlî? Ma jiyan bi serê xwe dibe, wê halê jin, extiyar û zarokan çi be? Tu bikêrhatiyê wan î û bi tenê xwe, ezeziya xwe difikirî û dixwazî min jî bikî hevparê sûcê xwe…”
Mûyên, ango pûrtê canê min bûn wekî diriyan ku di canê min de biçikin.
Ber bi min ve hat.
Hêviyek ket dilê min ku min bipêçe û ramûse, wisa dilşa me.
Lê ji nedît ve destên xwe xist qirika min.
Gêja min çû.
Dema ku min çavên xwe vekirin, ez û ew di nav gola avek boş, bi coş ê pir zêde de bûn. Xirexir ket qirika min. Çavên wê jî beloq bûn.
Em difetisîn.
Xewn bû, xeyal bû nizanim. Wekî milyaketên çiyê keç û xortên mil bi çek ku qet min rewşa wan xeyal nedikir, bi rêzê ber bi me ve dihatin. Bi nav nedibûn. Li ser avê dimeşiyan. Roj li ber ava. Di soringa roja rojava de wekî ku av sekinî û her der aram bû. Gulistanek, baxçeyekî îremî hat hişê min, wisa di dil û mejiyê min de bi cî bû, şewq dida. Rûyê çavhungivê geş bû.
Gêjiya min didome.
Gelo ez kî me! Ev çi ye!
Nizanim.
* * *
Zilam û keçeke porqijik dest di dest de, di neqebên Salihiyê de ku Selehedîn Eyûbî li vir ciwaniya xwe borandibû, ber bi Textê Qîza Qerêl ve diçûn. Demsal bihara xalîçeya Ecemî. Kulîlkên cur bi cur xweza, dayê xweza dikemiland û Heskîfê îro keybanûya jiyanê.
Wexta ku herdu li tenişta hev rûniştin û lingên xwe bi tehtê berdan, bala zilêm dîsa çû ser wê şikefta bi tenê. Xenuqînê ew girt,dîsa. Jinik behitî ma. Av, her ku çû bilind dibû, ew jî wekî ku girêdayî bûn. Nikaribûn bileqin. Xirexir qet qirika zilêm. Av, bi ser pira kevn ket. Minareya qut û ya tenîşta pire jî êdî bi nav bûn. Nefes diçû, çav beloq bûn. Xewn bû, xeyal bû, çi bû.
Nedizanîn.
Heskîf têk diçû; jiyan, dîrok, şaristanî têk diçû.
Rêzek milyaketên çiyê, çek li dest, keç û xort di rêzê de li ser avê dimeşiyan, wekî ku li ser xalîçeya Sînbadê Şehrazat bin. Av giran bû, her ku diçû nizm dibû, wekî firtone yan jî ejderhayê ku kedî bibe serî bitewîne, bi çavên melûlî li şervanan, ango milyaketên çiyê dinêrî…
Nizam çi dewran bû.
Ez û Tu
Ew ê bêkes, tikûtenê û sêwî.
***


---  *: ji malên serê kelê re jî, wisa digotin.

Têbinî: Ev çîrok li Girtîgeha Mêrdînê hatiye nivîsîn

Parve Bike

Youtube Me

diyarname podcast festival3 4 #diyarname #deng

news

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

news

NOFA / Eylul Nazlier

news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e#shortsvideo #shortsviral #shortsvideos

news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

news

Pirtûkên kurdî diçin Tetwanê#shortsvideo #shortsviral #shortsdiyarname# #podcast

news

diyarname podcast festival#shortsfeed #shortsvideos #diyarname#shortsviral

news

'Çand li ser mekan ava dibe' Ji festîvala çand û hunerê a Tetwanê #diyarname#shortsfeed#shortstory

news

diyarname podcast festival #diyarname#shortsfeed #shortstory #shortsfestival #shortsyoutube

news

diyarname# #diyarname#festival# #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortvideo #3deqe #deng

news

Huner, hunermend û Hozan Dîno

news

Nivîskar Yaqob Tilermenî beşdarî Diyarnameyê bû #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortsvideo

news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

news

diyarname# #podcast #3deqe #booktok #deng

news

ZERBAN

news

diyarname podcast #diyarname #football #3deqe #deng #recitimlmrekullueshemlkuranit #nivîs #futbol

news

Tifaqî = Hezkirin

news

Video Project 2 4

news

diyarname podcast #diyarname #3deqe #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng#sinema #konferans

news

diyarname podcast #diyarname #football #recitimlmrekullueshemlkuranit #deng #3deqe#diyarname21salîye

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 05 08 2026

Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de

news
  • 04 08 2026

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news
  • 02 08 2026

Nivîskar Yaqob Tilermenî beşdarî Diyarnameyê bû

news
  • 31 07 2026

Huner, hunermend û Hozan Dîno

news
  • 30 07 2026

Kodên Naziyan şikandibûn, bingehên Hişên Çêkirî danîbûn; Alan Turing çîrok jî nivîsiye

news
  • 29 07 2026

Rêwîtiya peyvan:  Reqabet

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Lîga herî mezin a dinyayê dest pê dike (hat nûkirin)

ad

Ji beyan-nameya Blokê xalên ku derketin pêş

ad

Bajar û navçeyên Newroz lê hat pîrozkirin

ad

Dema serîlêdana Xelatên Rojnamegerî ya Musa Anter didome

ad

Katalanan pişta Kral şikand

ad

Li Sixkê şeva dengbêjan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 12 salan Li Girê Koxê dîsa dema festîvalê ye

  • 06 08 2026
news

Cîgirê Serokê MHP'ê li ser pêvajoyê mînaka IRA û FARC'ê da

  • 07 08 2026
news

Hûmara newî ay "Bajar"î veciya

  • 07 08 2026
news

Va ye anketa dawî: Yenî Parti yekem e, ji bo DEM Partî hişyarî ye

  • 07 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname