Diyarname
Şanoya Bajêr a Amedê îsal 6'emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê li dar dixe û festîval îro dest pê kir. Festîvala ku bi diruşma "Ji xeyalan ber bi azadiyê ve" li dar dike û ji 4'ê mehê heta 13'yê mehê dê bidome.
Ji Amed, Wan, Stenbol, Silêmanî, Kerkûk û Mehabadê komên şanoyên dê lîstikên xwe pêşkêş bikin. Her wiha bi navê "Di salên 80'yî de Şanoya Başûrê Kurdistanê", "Şanoya Seyar û Ceribandina Medreseya Şanoyê" û "Di hunerê de azadî" dê gotûbêj li dar bikevin.
Lîstik dê li salonên Şanoya Bajêr a AMedê, Du Çem Cafe û li Sanat Evî bêne nîşandayîn. Festîval roja dawî bi konsera Rojhilat MA ya ku dê li Pale Hunerê li dar bikeve bi dawî bibe.


