Diyarname
Maça fînalê ya Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê dê li Amedê bê lîstin û hakêmê bi rê ve bibe diyar bû.
Fenerbahçe û Akhîsar dê di fînalê de bêne hemberî hev. Maç 10'ê mehê roja pêncşemê saet 20.30 de tê lîstin û hakêm Cuyent Çakir dê maçê bi rê ve bibe.
Li Amedê stadek nû hat çêkirin û bi vê maçê dê di heman demê de vekirina stadê bê çêkirin.
Berê hatibû gotin ku 9'ê mehê dê maç bê lîstin lê avêtin 10'ê mehê.


