Diyarnambe
11'emîn Festîvala Fîlmên Tirk a li New Yorkê dest pê kir. Di festîvalê de fîlmên wekî "Sonbahar", "Şewax", "Hayat var" hene.
"Moon and Stars Project" ku navenda wê li New Yorkê ye û Cemiya Tirk Amerîkayê bi piştgiriya Weqfa Çanda Tirk (Turkish Cultural Foundation) li New Yorkê festîvalê li dar dixin. Di vê çarçoveyê de 7 fîlm li dibistana hunerê "School of Visual Arts"ê têne nîşandayîn.
Festîvala ku 2'yê mehê dest pê kir, heta 5'ê mehê li dar e û di vê çarçoveyê de ev fîlm têne nîşandayîn:
- "Mommo: Kiz Kardeşim" (Derhêner Atalay Taşdiken)
- "Kara Kopekler Havlarken" (Derhêner Mehmet Bahadır Er û Maryna Gorbach')
- "Sonbahar" (Derhêner Ozcan Alper)
- "Hayat Var" (Reha Erdem)
- "Demsala dawî: Şewaxan" (Derhêner Kazim Oz)
- "Pandora'nin Kutusu" (Yeşim Ustaoglu)
- Sut ve Çikolata" (Senem Tuzen)


