Diyarname
24'emîn Festîvala Fîlman a Saraybosta ku wekî festîvala herî girîng a Balkanan tê hesibandin îsal 24'ê gelawêjê dest pê dike. Niha serokê juriya wê diyar bû: Asghar Farhadî.
Festîvala Fîlman a Sarabosna li paytexta Bosna Hersek Saraybosnayê li dar dikeve. Îsal di navbera 10-17'ê gelawêjî de li dar dikeve. Festîvalê ji bo Serokatiya Juriyê îsal derhênerê îranî Ashgar Farhadi hilbijart. Li gor daxuyaniya amadekarên festîvalê, dê fîlmê Farhadî yê nû yê bi navê "Everybody Knows" wekî fîlmê destpêka festîvalê bê nîşandayîn û serlîstikvanên fîlm Penelope Cruz û Javier Bardem jî ligel derhêner beşdarî festîvalê bibin.
Ashgar Farhadî xelata Oscarê jî di nav de heta niha bi fîlmên xwe gelek xelat girtine û di qada navneteweyî de tê nasîn.
Ji bo şopa şer a di navbera 1992-1995'an de ji holê bê rakirin û Sarabosna bibe navenda çand û hunerê ev festîval hat dest pê kirin û heta niha gelek navdarên dinyayê beşdarî festîvalê bûn. Ji Robert de Niro, Angelina Jolie, Brad Pitt, Orlando Bloom, Daniel Craig, John Malkovich heta Morgan Freeman, Gerard Depardieu û Benicio del Toro gelek navdar heta niha beşdarî vê festîvalê bûn.


