logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Wênesaz Fewzî Bîlge vê carê "Şopên Polayê" çêkir

Wênesazê kurd Fewzî Bîlge li Stenbolê pêşangeha xwe ya bi navê "Şopên Polayê" vekir. Di pêşangehê de tabloyên li ser evî

  • Dîrok: 18/02/2010
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Wênesazê kurd Fewzî Bîlge li Stenbolê pêşangeha xwe ya bi navê "Şopên Polayê" vekir. Di pêşangehê de tabloyên li ser evîna Feqiyê Teyran, yên li ser bajarên kurdan û bi motîfên kurdawar li benda mêvanên xwe ne.

Wênesaz Fewzî Bîlge heta niha li gelek bajaran bi giştî 35 pêşangeh vekiriye. Piştî demeke dirêj ew dîsa li metropolê şanenava xwe davêje min pêşangeheke din. Pêşangeha wî ya bi navê "Şopên Polayê" di 16'ê mehê de li Navenda Çanda Tarik Zafer Tunaya vebû û heta 28'ê mehê dê li dar be. Wî, vê carê konsepta xwe li ser teknîkê daniye. Ew dibêje, "Di vê pêşangehê de bêhtir min li ser polayê, reng û dengên ku derdixin, konsept min ew hilbijartin. Cara yekemîn e min konseptek wisa çêkir. Min guh nedaye yekîtiya naverokek, yan mijaran loma min navê wê jî kiriye şopên polayê."

Di pêşangehê de hin tabloyên ji koleksiyona wî ya taybet, hin jî ji pêşangehên wî yên berê cih digirin. Ji pêşangehên wî yên "Payîz", "Jin", "Feqiyê Teyran", "Dîn in", "Kevnepîr" û hwd. tablo di vê pêşangehê di cih digirin.

Polaya hişk, hestên nerm û mejiyê fireh

Li ser pirsa "Çima navê Şopa Polayê?" wênesaz Bîlge wisa dibêje, "Malzemeyên ku min pê çêkiriye, stapula ji pola ye. Di vir de hest û raman ketine destê polayê. Îcar ka jê çi derkeve, min avêtiye ber bextê wê. Ji ber ku pola tişteke pir qewîn e, hest tişteke pir nerm e û mejî jî bê dawî ye; heta dikare dawî fireh û mezin bibe, geş bibe. Min xwest her sêyan bînim ba hev û bedewîyekê biafirînim. Yanê ji nav wê bedewiyekê derxim. Loma min navê wê kir Şopên Polayê."

Wî di tabloyan de pencere danîne. Di her yekê de jî hîvê xwe ji wê derê de nîşan daye. Bi vî rengî balkêş in tabloyên wî. Ew dibêje, "Ew projeya min a Feqîyê Teyran e. Feqiyê Teyran xoşewîsta xwe her tim dişibîne heyvê. Ji ber ew negihîştiye xoşewîsta xwe min jî ew çarçove kir. Di wêneyê de du çarçove hene. Yek heyva rastîn, yek jê xoşewîsta wî. Bi wan çarçoveyan min negihaştina wan sembolîze kiriye."


Li dinyayê asta wêneyên kurdî

Motîfên kurdewar her mijara bingehîn a tabloyên Bîlge ye. Her hal heta niha di nav hemû pêşangehên wî de herî hindik di vê pêşangehê de motîfên kurdî kêm in, lê ew her vê motîfê, motîfa kurdî diparêze ku di hin wêneyên di vê pêşangehê de jî xwe nîşan didin. Ew dibêje, "Ez û kurdayetiya xwe em li hev dikin" û van yekan lê zêde dike: "Ez ji kurdî, zimanê kurdî, her tiştê kurdî hez dikim. Loma tişteke sirûştiye ku ev bikevin tabloyên min. Li ber pêşangehên min ên din herî hindik di vê pêşangehê de tabloyên kurdî hindik in."

Wênesaz Fewzî Bîlge digel hemû bêderfetiyan jî asta wêneyê kurdî di asta yê dinyayê de dibîne, bêderfetiya wêneyê kurdî qet ji xwe re nake xem û dibêje, "Di hêla hindikbûnê de dibe ku ne tam li gor dilê me be, lê di deh salên dawî de ne pir zêde be jî hatine kirin. Li dinyayê jî wisa ye. Digel amûr û derfetên wan jî li dinyayê jî tablo ne ji ya kurdan bilindtir e. Digel her tiştî ez dibêjim wêneyê kurdî ne kêmî dinyayê ye. Dîsa jî beşa herî mehrûm, beşa herî zêde rûmetê nabîne, derfetan nabîne wêne ye. Sazî û dezgeh nakevin nava heyecanê, loma gelek bêdeng e û bêxwedî ye. Lê ev ne pirsgirêk e. Yên ku wêne çêdikin guh nadin vê, dibe ku zêdetir jê hêrs dibin û xwe didin wêne, wêneyan çêdikin. Ez bixwe jixwe ne li benda piştgiriyeke mezin im."

Bîlge li Batmanê nifşeke ya wêje û wêneyê dabû dest pê kirin. Wî ders dida, ked dida. Ev keda wî bi avê de neçû, ji wê komê wênesaz jî, wêjevan jîderketin ku yek ji wan Berçema Niştiman, yek jê Ehmed Ronîar e. Ew û navên din hê jî li Batmanê li ser wêne û wêjeyê xebata xwe didomînin.


Fewzî Bîlge kî ye?

Wênesaz û nivîskar Fewzî Bîlge di sala 1962'yan de li Dêrikê hatiye dinê. Piştî li Qoserê lîseyê dixwîne bi malbatî koçî Stenbolê dike û li wir du dibistanên bilind diqedîne.

Ew di nav wênesaziya kurdan de xwedî ciheke girîng e. Bi taybetî motîfên wî yên kurdewar li her derê di nav kurdan de ji xwe re ciheke taybet veqetandine. Wî heta niha 35 pêşangeh vekirine. Digel wênesaziyê karê xwe yê nivîskariyê jî didomîne. Heta niha ev berhemên wî derketine:

- Jidilara (Çîrok, 2002)
- 29+1 (Çîrok, 2005)
- Dîn in (Çîrok, 2006)
- Bi şev Mêrdîn stêrk in (Çîrok, 2009)


Ji bo kesên eleqedar:

"Şopên Polayê"
Cih: Tarik Zafer Tunaya Kultur Merkezi
Navnîşan: Kolana Îstîklalê - Tunel - Beyoglu - Stenbol

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Demîrtaş dijî OHAL'ê derket

ad

Nivîsên pişt kamyonan tên qedexekirin!

ad

Stenbol ji bo 1'ê Gulanê li Bakirkoy e

ad

Hirvatan nehişt Brezîlyayî bireqisin

ad

Medvedev: Dinyaya yekrexî xelas bû

ad

Çîroka berxwedaneke li hemberî bendavê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname