Diyarname
Fîlmên ji Îrlandaya Bakur bi hevkariya British Council û Anadolu Kulturê wê li Amed û Batmanê bêne nîşandayîn.
Fîlmên Îrlandaya Bakur bi navê “Heman deng- Fîlmên ji Îrlandaya Bakur” di navbera 12-13’yê adarê de li Batmanê di navbera 13-14’yê adarê de jî li Amedê wê bêne nîşandayîn. Fîlm li Batmanê wê li Salona Yilmaz Guney li Amedê jî li Navenda Hunerê ya Diyarbekirê bêne nîşandayîn.
Di vê çarçoveyê de fîlmên bi navê “Ji bo bihuştê pênc deqîqe”, “Yekşema Bixwîn” û “Bayê Azadiyê” wê derkevin pêşberî temaşevanan. Her wiha li Batmanê digel van wê fîlmê bi navê “Birçîtî” jî bêne nîşandayîn.
Di çarçoveya vê çalakiyê de bi beşdariya yek ji sazkarên “Yekşema bixwîn” û “Ji bo bihuştê pênc deqîqe” Don Mullan, ji Zanîngeha Londra Prof. John Hill û ji Sînemeya Ewropa ya Navenda Hunerê ya Diyarbekir Kemal Yildizhan wê gotûbêjekê li dar bikeve.