Diyarname
Îro li Amedê Tevgera Jinên Azad û Demokratîk bi beşdariya hezaran jinan 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir.
Mîtînga di 100'emîn salvegera 8'ê Adarê de li Amedê li Qada Stasyonê hate li dar xistin.
Di mîtîngê de pankartên wekî "Em ji bo aştiyê israr dikin", "Ji diyarê xwedawendên evînê, hezar silav li xwedawendên xweşikî û biaqilan", "Çareseriya bêçareseriyê jin in", "We em ji gund û warê me koçber kirin, lê hûn nikarin fikir û ramanên me koçber bikin", "Bi inyad aştî, bi inyad azadî, bi inyad rêwîtiya ber bi rojê ve" hatin vekirin.
Di mîtîngê de Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak pêşî li ser erdheja li Elezîzê li dar ket ku 51 yek kesî jiyana xwe ji dest da sekinî û wan û gelê kurd sersaxî xwest. Kişanak da zanîn ku dê piştî mîtîngê biçe herêma erdhejê (Ku ev gotina xwe anî cih).
Kişana li ser gotina Serokwezîr Erdogan ku gotibû 'bila jin hinekî empatiyê saz bikin' jî wisa got: "Ji dêvla ku tu aqil didî jinan ku empatiyê saz bikin tu empatî saz bike. Tu nikarî êşa ku jin dikişînin bixî nav pêşbaziyê. Berde bila jin êşên xwe bikin hevpar. Bila bikin hevpar ku çareserî jî bibin hevpar."
Kişanak got ku hemû jin aştişê diqîrin, silavên xwe li jinên di girtîgehan de ne jî şand û 8'ê Adarê yê hemû jinan pîroz kir.
Her wiha li bajarên wekî Riha, Şirnex, Mûş, Hatay, Edene, Stenbol, Wan, Qers, Agirî, Culemêrg, Çewlig û Semsûrê jî 8'ê Adarê hat pîrozkirin.


