Diyarname
Bi wefata dîrokzanê kurd Cemşîd Bender re saziyan peyamên sersaxiyê weşandin.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser wefata Cemşîd Bender peyameke nivîskî weşand got ku wefata Bender windabûneke mezin e û wiha domand: "Ciheke taybet a mamoste Bender di nava kurdan de hebû. Ew bi salan ji bo dîroka kurd xebitî. Em ji malbata wî re sersaxiyê dixwazin û bang li kurdan dikin ku bi girseyî beşdarî merasima cenazeya wî bibin."
Kurt-Kavê jî peyameke weşand û wisa got: "Mirina nifîskarê kurd birêz Cemşîd Bender ji bo çapemenîya kurd windabûnek girîng e. Lê jîyan kêm û zêde yê bi mirin e. Bila pêşî serê malbata birêz Cemşîd Bender, dû re jî serê gelê kurd sax be."


