Diyarname
Li dinyayê La Lîga yek ji lîgên ku herî zêde lê tê temaşekirin e. Ji bo serdema 2018-2019'an a fûtbolê ya La Lîga jî fîkstur diyar bû.
Lîga fûtbolê ya Spanyayê "La Lîga" 18-19'ê meha gelawêjê dê dest pê bike. Ji bo vê yekê pişke hat kişandin û şiklê fîksturê diyar bû. Di hefteya yekem de şampiyonê par Barselona li mala xwe de Alavesê bike mêvan. Atletico Madrîd ku par lîg bi duyemînî temam kiribû dê here Valenciayê. Real Madrîd jî dê Getafeyê bike mêvan.
Li La Lîgayê herî zêde derbî ku navê "El Clasico" lê kirine têne meraqkirin. Derbiya îsal hefteya 10'an de dê li Camp Nou bê lîstin û rovanşa wê di hefteya 26'an de li Madrîdê li dar bikeve.
Vane maçên hefteya yekem ên La Lîgayê:
- Atletic Club - CD Legones
- Real Betis - Levante UD
- RC Celta - RCD Espanyol
- SD Eibar - SO Huesca
- Girona FC - R.Valladolid
- Rayo Vallecano - Sevilla FC
- FC Barselona - D.Alaves
- Valencia - Atletico Madrid
- Real Madrid - Getafe CF
- Vilerael CF - Real Sociedad


