Diyarname
Vê hefteyê sê jê ji Tirkiyeyê û 5 biyanî ku yek jê anîmasyon e ketin vîzyonê. Em belgefîlmê derhêner Aydin Orak "Efsaneya Yaşar Kemal" û ji yên biyanî jî "Last Flaf Flying" derdixin pêş û pêşniyar dikin.
Yaşar Kemal dîsa li pêş me ye
Yaşar Kemal ku emrê xwe li ser rêya nivîsê borand, bi nivîs, paşê bi romanên xwe bû efsane di 2015'an de xatir xwest. Ew çû lê nav û berhemên wî li dû man. Niha ew bi belgefîlmekî li rojevê ye. Belgefîlm ji aliyê derhênerê kurd Aydin Orak ve hatiye kişandin û belgefîlm îro ket vîzyonê. Halil Ergun û Ece Guneş deng daye belgefîlm.
Belgefîlmê ku berê beşdarî festîvalan jî bûye ji bûyîn heta mirina wî carinan ji devê wî, carinan ji devê heval û hogirên wî, bi kurt û kurmancî efsanebûna Yaşar Kemal derdixe pêşberî sînemahezan.
Têkoşîna wî, jiyana wî ya wêjeyî, ya civakî, bûyerên ku mohra xwe li demê dane... Belgefîlm bi zimanê sînemayê van kêliyan pêşkêşî temaşevanan dike.
Vane fîlmên din ên vê hefteyê:
- Mission: Impossible – Fallout / Derhêner Christopher McQuarrie
- Last Flag Flying / Derhêner Richard Linklater
- I Kill Giants / Derhêner Adrens Walter
- Madame / Derhêner Amanda Sthers
- Deep / Derhêner Julio Soto Gurpide (fîlmê anîmasyonî)
- Kabir Azabi / Derhêner Arkin Aktaç
- Dort Koşeli Uçgen / Derhêner Mehmet Güreli


