logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  2. 'Ew jina herî xweşik bû'
  3. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  4. Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan
  5. Anketek nû: Kîjan partî li pêş e?
news-details

Ma dîrok çend bare dibe?

Ez ê vê hefteyê jî çend rûpelên dîrokê birûberînim. Lewre rastiya me ya jibîrkirina dîroka xwe di vir de veșartiye. Min

  • Dîrok: 15/08/2018
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Ez ê vê hefteyê jî çend rûpelên dîrokê birûberînim. Lewre rastiya me ya jibîrkirina dîroka xwe di vir de veșartiye. Min hefteya bihurî gotibû, “têgihîștina me ya dîrokî șaș e!” Ji ber wê jî gelek rûdanên dîroka me wekî qopyayên hev bin, hev çendbare dikin. Yan jî dagirkerên welatê me ji ber vî aliyê me yê qels û jibîrkirina bîra dîrokê, bi konetî bi kar tînin. Divê em vê rastiyê hûr û kûr bikolin û bigihîjin çareyekê ku dijmin vê melûliya me bi kar neyne. Hetanî em vê birîna xwe derman nekin jî, wê serketin dijwar be.

Dema em diçin salên 1512-15, dibînin ku di cihanê de du hêzên herî sereke li ser singa welatê me di nava șerê dabeșkirina welatê me de ne. Ne tenê șerê hev dikin, di nava șerê parçekirina gelê kurd û li dij hev derxistina wî de ne. Yavûzê Osmanî hewl dide, eșîr û mirîtiyên sûnî di bin banekî de bi xwe ve girê de û li dij serkariya Șah Îsmaîl Sefewî yê Îranî bi kar bîne, Șah Îsmaîl jî bi heman awayî hewl dide ku eșîr û mîrîtiyên nêzî șîîtiyê bi xwe ve girêde û li dij Osmaniyan  têke nava tevgerê. Mixabin ku rêveberên kurd ên wê demê yên wekî Îdrisî Bedlîsî dibin gasikên vê lîstika dagirkeran û dagirker jî, bê bertekekê komkujiyan pêk tînin.

Wê demê Rusyaya Ortodoks û ewropiyên Katolîk bi hezên xwe ve ne di wê astê de ne ku li ser van her du hêzên dagirker bilîzin û bikanin wan ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin. Bes li benda bihevketin, bi wê șerî re melûlbûna wan bûn.

Em li îro dinihêrin, ne sedî sed wekî hev jî be, rengekî wê demjiyana dîrokê îro jî, wekî karesetekê li pêș gelê me bûye kelem. Îro hê ew hișmendiya Osmaniyan li ser kar e. Her wisa li Îranê jî ew baweriya șîîtî ya Sefewiyan serdest e. Armanc, bîrdozî û hewldanên her du hêzan jî neguheriye, her wekî berê ne. Serkariya Erdoganê bi bîrdoza Osmaniyên nû, wekî wê demê hin peyman bi rêvebiriya Hewlêra sûnî re îmza kiriye û ew bi mirinî bi xwe ve girêdaye. Ayetullahên Îranê jî bi serkariya Silêmaniyê re heman têkilî bi pêș xistiye. Hewl didin ku bi rêya wan hevkarên xwe di nava kurdan de parçebûnê, kûr bikin, yekîtî û berxwedana gelê kurd bișikînin. Bi wî awayî dagirkeriya xwe bidomînin. Di rastiyê de tu cudahî di navbera Salên 1512 û îro de tune.  Bi gotineke kurt û kurmancî mixabin ku dîrok dubare dibe.

Hêzên derve, yan jî hêzên cihanî yên wekî DYA, Rusya û Yekîtiya Ewropa jî, vê rastiya dîrokî ya xweșbîriya kurdan hûrkolane, hewl didin ku vê șaștêgihîștina dîrokê ya kurdan û xweșbîriya wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Wan jî hin kes wekî qelemșûrên xwe di medyayê de xistine nava tevgerê.

Tișta sosret ew e ku gelek derdorên Bakur yên pêșbirka rewșenbîrî û xwebaqiliyê nadin kesî, Îdrîsê Bedlîsî rakirine pîleya lehengî û pêșengiyê, hewl didin Alayên Hemîdiye jî bi rengekî welatparêzî derxin pêș, da ku bikanin bi alîkariya wê, vê hevkariya Hewlêrê ya bi Enqerê re rewa nîșan bidin û teoriya wê têkiliya șaș, wekî baqiliyekê pêșkêș bikin. Ango naxwazin vê dubarebûna bîra dîrokî ya reștarî bibînin, yan jî ji bo çar qirușan bûne diranekî vê çerxa bêbext, bi bangașiya xwe ya bêyom, karê dagirker û hevkarên wan ên li ser sînga welêt hêsantir dikin. A koraniya bîra dîrokê di rastiya vê mijarê de xwe bi zelalî dide der. Bi hêviya em bikanin bi hișmendiyeke zelal li ser van rastiyan bifikirin. 

15.08.2018, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Dewlet dixwaze siyasetê li van 451 kesî qedexe bike

ad

Dayikek kurd çima pirsek wisa dike?

ad

Hemû maçên Super Lîg 2012-2013'yan

ad

Hostayê xebera bedewtiyê Fêrîkê Ûsiv

ad

TZPKurdî û KURDÎ-DER'ê êrîşên li dijî saziyên kurdî şermezar kir

ad

Klîba Hefteyê: Şevval Sam; Sallana Sallana

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

'Ew jina herî xweşik bû'

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026
news

Xelata Nobelî ay Ekonomî da di tenan

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname