Diyarname
Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temelli ji bo aktîvîstê kurd Ramîn Huseyîn Penahî nameyek ji Balyozgerê Îranê Mihemed Îbrahîm Taherîn re şand û xwest înfaza îdamkirina Ramîn Huseyîn Penahî bê rawestandin.
Di nameyê de hevserokan metirksiya xwe anîn ziman, diyar kir ku cezaya îdamê derveyî mafên mirovî yên gerdûnî ye. Hevserokan xwest îdam bê rawestandin. Hevserokên HDP'ê Buldan û Temellî berê jî name ji bo Îranê şandibûn.
Li ser bertekên raya giştî ev çend car in îdamkirin tê rawestandin lê vê carê tê îdîakirin ku dê 4'ê mehê Penahî bê îdamkirin.
Îmzeya ji bo Penahî
Di vê navberê de di change.org de ji bo Penahî kampanyaya berhevkirina îmzeyan hat dest pê kirin.
Her wiha HDP'yiyan îro li Enqere û Stenbolê xwest li ber Balyozxaneya Îranê çalakî li dar bixin lê li Enqereyê çalakî hat astengkirin, li Stenbol3e jî bi ser deh kesan re çalakger hatin binçavkirin.
Penahî ji 23'yê pûşpera 2017'an ve girtî ye û cezayê îdamê lê hatiye birîn.
Ji bo yên bixwazin îmze biavêjin du lînk hene:
- Lînk 2


