Diyarname
Di Kûpaya Tirkiyeyê ya Zîraatê de rewş derbasî Dora 2'yan bû. Di vê dorê de 21 tîmên ji nav tîmên amator bi ser ketibûn û 53 tîmên profesyonel ên Lîgên 3'yemîn hene. Di nav van de tîmên bajarên kurdan jî hene.
Ji bo Dora 2'yemîn pişke hat kişandin. Maçên vê dorê dê rojên 11, 12 û 13'yên vê mehê bêne lîstin. Yên bi ser bikevin dê derbasî Dora 3'yemîn bibin.
Di encama pişkeyê de ji tîmên bajarên kurdan ev tîm bûn reqîbên hev:
- Batman Petrol Spor AŞ - Yuksekova Belediye
- Siir İl Ozel İdare - Cîzre Spor
- Igdir - Bitlis Ozguzeldere
- Van BB - Sarikamiş Gençlerbirligi
- Diyarbekir Spor - Elezîz Belediye
- Erzîn Belediye - Adiyaman 1954 Spor
**
Nûçeya Eleqedar:
- Tîmên bi ser ketin diyar bûn
- Di Kûpaya Tirkiyeyê de tîmên bajarên kurdan
*******
REKLAM
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:
Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul, Telefon: 0212 -6266455


