Diyarname
Juriyê Xelata Taybet a Mafên Mirovan a Ludovic Trarieuks a Navneteweyî îsal dan Baroya Amedê.
Baroyên Parîs, Bordeauks, Bruksel, Roma, Luksemburg, Berlin, Cenevre, Amstardam, Enstîtuya Mafên Mirovan a Ewropayê, Yekîtiya Parêzerên Navneteweyî û Yekîtiya Parêzerên Ewropayê jî di nav de gelek sazî bi hev re her sal xelatê didin kes an saziyek ku di warê mafên mirovan de kar dike. Navê xelatê jî Xelata Mafên Mirovan a Ludovic Trarieuks e. Îsal juriyê xelata taybet a Baroya Amedê
Îsal 23'yemîn car e ev xelat tê dayîn. Di warê kes de jî saziyan xelat da parêzera îranî Nasrin Stoudeh ku niha ew li Girtîgeha Evîn a li Tehrana Îranê girtî ye. Sotoudeh ku li ser mafên jin û zarokan xebat dikir di sala 2010'an de bi sûcdariyên wekî "propagandaya dijî dewletê", "şirîkatiya ligel Navenda Parastina Mafên Mirovan" hat girtin û di 9'ê rêbandana 2011'an de 11 sal cezayê hepsê lê birîn. Lê dadgehê ev ceza betal kir û cezaya wê daxist 6 mehan lê vê carê ligel vê biryara ji bo 10 salan qedexeya derketina derveyî welat da. Nasrin Sotoudeh ku her di vî warî de xebata xwe domad di 13'yê pûşpera 2018'an de ji nişke ve hat girtin û ew şandin Girtîgeha Evîn. Tê gotin ku bêyî sedeman pênc salan ceza lê birîne. Mêrê wê Reza Khandan jî di 4'ê vê mehê de hat girtin. Her wiha di sala 2012'yan de ew bi Xelata Sakharov hatibû xelatkirin.
Ev saziya ku niha xelat daye Baroya Amedê di sala 2012'yan de ev xelat dabû parêzer Muharrem Erbey ku Erbey wê demê girtî bû. Her wiha ji Tirkiyeyê di sala 2000'î de dabû Eşber Yagmurdereli.


