Diyarname
Îro ji bo Dora 5'an a Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê pişke hat kişandin. Bolû Spor bû reqîbê Van BB'yê.
Îsal maçên Kûpaya Zîraatê ya Tirkiyeyê dor bi dor diçin. Ji bo Dora 5'an pişke hat kişandin. Di vê dorê de tîmên di dora 4'an de bi ser ketin û her wiha tîmên mezin ên Lîga Super a Tirkiyeyê yên wekî Fenerbahçe û Galatasaray jî hene. Pişka ji bo van hemûyan hat kişandin. Di nav tîmên ketin pişkeyê de yek tenê tîma kurdan heye ku heta niha hatiye: Van Buyukşehîr Belediye Spor. Ji bo Van BB'yê Bolû Spor wekî reqîb derket. Maça yekem li Bolûyê, rovanş dêli Wanê bê lîstin.
Maçên yekemîn ên vê dorê dê rojên 4, 5 û 6'ê berfanbarê, maçên duyem jî dê rojên 18, 19 û 20'ê mehê bêne lîstin.
Vaye encama pişkê û timên bûn reqîbên hev:
- ANTALYASPOR - DARICA GENÇLERBİRLİGİ
- SİVAS BELEDİYE SPOR - TRABZONSPOR
- ÇAYKUR RİZESPOR - BALIKESİRSPOR BALTOK
- NAZİLLİ BELEDİYESPOR - GOZTEPE
- GENÇLERBİRLİGİ - HATAYSPOR
- ADANA DEMİRSPOR - MEDİPOL BAŞAKŞEHİR FK
- BOLUSPOR - VAN BB SPOR
- ALTAY- KAYSERİSPOR
- UMRANİYESPOR - 1461 TRABZON
- MENEMEN BELEDİYE SPOR - KASIMPAŞA
- FENERBAHÇE - GİRESUNSPOR
- FATİH KARAGUMRUK - AKHİSARSPOR
- AYTEMİZ ALANYASPOR - KAHRAMANMARAŞSPOR
- BODRUM BELEDİYESİ BODRUMSPOR - MKE ANKARAGUCU
- EVKUR YENİ MALATYASPOR - ETİMESGUT BELEDİYESPOR
- KEÇİORENGUCU - GALATASARAY A.Ş.
Par di Kûpaya Zîraatê de Beşîktaş derneketibû maça ligel Fenerbahçeyê, ji ber vê yekê Lijneya Dîsîplînê ya Fûtbola Profesyonel ceza dabû Beşîktaş ku îsal nikaribe beşdarî tûrnûvayê bibe. Loma Beşîktaş di nav de nîn e.
Nûçeya Eleqedar:
- Ji tîmên kurdan Van BB bi ser ket
- Reqîbên mezin derketin pêşberî Diyarbekir û Batmanê
- Diyarbekir, Wan, Batman, Dêrsim bi ser ketin
- Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
- Diyarbekir, Batman, Sêrt, Wan, Dêrsim bi ser ketin
- Ji bo Dora 2'yem pişke hat kişandin


