logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin
news-details

Bagera Zilfê çawa bû biwêj

  • Dîrok: 03/12/2018
  • Beş: Serbest

Firat Keklîk

Belê ez ê behsa çêbûna çend biwêjên li gundê me tenê têne zanîn û sedema derketina wan bikim. Gundek û şênîyên wê bê perwerde û xwendina wêje û ziman bi awayekî sirûştî çawa biwêj çêkirin e? Ma em nabêjin biwêj û gotinên pêşiyan malê gel in em nikarin bêjin filankesî/ê çêkiriye... Lê emê di vê nivîsê de çend mînakên ku wekî 50-60 sal in di gundê me de bûne 
biwêj parve bikin. Erê ev êdî biwêjin û çawa ku biwêja "Hirç û govend?" devsa gelek peyv û gotinan digire ev biwêjên me jî wisa erka xwe tînin bi cî. Ez ê mînakan bi jimar bidim.

1- Bagera Zilfê; Rojên sar û serma û bager de ev biwêj tê gotin. Yan jî yek xwe zef bipêçe ji wî re dibêjin "bagera zilfê te kiriye?" 
Çîroka wê: 50-60 sal berê li gundê me 3 mêr û Zilfê radibin dikevin rê û peyatî riyeke kese de berê xwe didin navenda Agiriyê. Piştî qedandina kar, filan û bêvan ev dizvirin ku werin gund. Tên û di rê de bager li wan digire û dibe guje-guja berf disûrike û çav çavan nabîne. Ew riya xwe winda 
dikin û têdernaxin. Nizam çi aqil tê wan dibêjin "Zilfê tu li vir be, em riya gund rastkin û nebe gazî çend hewan kin bira werin yaliyê me" û diçin. 
Dighîjin gund û bi çend hewên din re heta hewarî tên Zilfê diqerime û dikeve, bager berfê ser tijî dike. Piştî lêgerîneke dûr û dirêj lingekî Zilfê li ser berfê tê xuyan û meytê wê hil didin tên gund. Û di wê rojê şûnde ev biwêj heye.

2- Yê Mirî: Dema komek mirov karekî bike û hinek bibêje yaw hûn hindik xebitîne. Wekî hinekên din bûna niha ji we zefhtir kar kiribûn ev biwêj têgotin. 
Çîrok: Ûsivê Apo (Xwedê rehma xwe lê ke) merivekî bi hêrs û xweyî gotinên bi teqil bû. Rojekî ew û çend heb gundiyên me diçin paletiyê. Malxê malê mirîbû ye. Ev jî dibêjin "Jinik guneh e, mêrê wê tune, em xweş lêxin (rind bixebitin) jê re." 
Û dibe nîvro, dema jinik ji wan re nan tîne dibêje "We hema sibe de ev çinî ye? Yê mirî her sal tenê ew qas diçinî". Ap Ûsiv dibê "Ez gora yê mirî nim û em deh qasê yê mirî nabin?"

3- Golegenî: Di Kerr û Kulik de Werdê ji Kerr û Kulik re dibêje "Bira hespê we ava golegenîya venexwe û yê ji taqet bikeve..." Û ev biwêj ji wir tê û em çîroka wê ya di gundê me de binhêrin. 
Çîrok: Di gundê me de Ap ޞerîf hebû. 10-12 sal berê mir. 115 sal emir kir. 
Ύja Ap ޞerîf çîrokbêj bû. Dibêjin êvaran gundî li hev diciviyan, wî digot, şevekî xilas nedibû êvareke din dîsa diciviyan. 2 rojan 3 rojan çîrok digot. Ύja Ap ޞerîf çîroka Kerr û Kulik jî bi dehan caran ji gundiyan re gotiye. Bandora vê xurt bûye li ser gundîyan. Mînakên bikaranîna biwêj "Dema Kêlindî (Tirpan)kêş û bixebitin û gîha yan jî genim biçinin û heke kêlindiya yekî rind neçine dibêje "heyla mîratê! Tirpana min ava golegenîya vexwariye û perçifî ye nikare here" 
Yan jî du heval bi erebê xwe ve di rê de diçin û yek xwe ji yê din re negihîne dibêje "ereba min ava golegenîya vexwaribû û nedihat"

4- Cisnê Gogo: Dema yek xeletiyekî bike dibêjin "Tu jî Cisnê Gogo yî" yanî tu jî wekî wan ê din î. 
Çîroka wê;  Di gundê me de jineke bi navê xwe Tewrat hebû(Xwedê rehma xwe lêke) navê xwişka wê jî Gogê bûye. Ύja Gogê û Tewratê li hev nekirine di kar û baran de. 
Rojekî Meta Tewrat nan dipêje û çaxa refika xwe li tendûrê dixe nan tendûrê nagire dikeve nav agir dibe Kût. Ύja ne yek ne didu çaxa çend caran ser hev wisa dibe Meta Tewrat bi hêrsketî dibêje "Tu jî cisnê Gogo yî û tê heta ku herî?" yanî tu jî ji Gogo çûyî. 
Û di wê rojê şûnde kesên ku bêkêr û karên xeletkirî re dibêjin "tu jî cisnê Gogo yî".

5- Mûsa Pêxember; Dema yek sond bixwe û bixwaze hevalê din bikene vê sondê dixwe. 
Çîroka wê; Di gund de Meta Cecê heye û dema sond dixwe dibêje "Erê Mûsa Pêxember". Nizanim çi sedem e ku sondeke wiha dixwe? Min hê xêncî wê ji tu kesî nebihîstiye. Û di wê şûnde wekî sondeke şirîn û biwêjeke xweş ketiye ser zimanê gund.

firatkeklik04@gmail.com

**

Nivîsa Firak Keklîk a ku berî vê di Diyarnameyê de hatibû weşandin:
- 
Di wêjeya kurdan de rola zarokan

 

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 08 06 2026

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mebûsên HDP'ê dest bi grevê kirin

ad

"Eyvah Eyvah" bi 'Yahşî Bati" eywax da gotin

ad

Festîvala Gelawêjê dest pê kir

ad

Piştî 96 salan filmekî wî hat dîtin

ad

Nivîskar Menaf Osman 6 mehên din dê girtî bimîne!

ad

Barzanî: Me biryar da em derbasî alfabeya latînî dibin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname