logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Edaleta Desthilatê a Wêjeyî

Wêje û edalet: du peyv, du dîsîplîn, du têgih in ku em dixwazin bila ew bêyî hev nebin. Lê em dixelitin. Digelhevbûna va

  • Dîrok: 15/12/2018
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Dilawer ZERAQ

Wêje û edalet: du peyv, du dîsîplîn, du têgih in ku em dixwazin bila ew bêyî hev nebin. Lê em dixelitin. Digelhevbûna van her du dîsîplînan, ji bilî erênîkirinê (affirm) tu car ne pêkan e. Ji ber ku li dinyayê, yanî li jiyanê, gelek tiştên erênî, piştî qewimîna neyîniyekê tê fikirandin û mirov hewl didin ku wê rewşa neyîniyê veguherînin ser erêniyê. Loma jî berî her tiştî edaleta ku em behsê jê dikin, tune; berî her tiştî bêedaletî heye û bêedaletî pêk tê. Ji ber hindê ye ku em hewl didin bêedaletiyê ji navê rakin.

Gava em hewl didin ku edaletê pêk bînin, em dibêjin qey em hemû neyîniyên bêedaletiyê ji navê rakin, dê ew neyînî ji navê rabin. Çima? Ji ber ku edalet bi xwe bi wateya xwe a herî berteng de jî, di nava erênîkirinekê de dihewe. Çendî ku cezakirin hebe jî tê de, ji ber ku ceza piştî neheqî an jî sûcdariyekê hatiye dayîn, hest û ramana erênîkirinê her dikude. Û her çend em nexwazin bînin bîra xwe jî, tolhildaneke veşartî heye di cezakirinê de. Loma jî, ez dipirsim; edalet, ji kîjan nirxên jiyanî û mirovane dizê û pêk tê ku dikare hin cezayan li hin sûcan bibire? Heqê kê heye bo van hemûyan? Edalet kî ye, çi ye?

Û dikarim li ba xwe bibersîvinim; edalet deshilat e!

Nexwe, em dikarin bêjin; edalet, hevkêşeyeke desthilatdariyê ye. Loma jî sembola wê teraz e. Loma jî du alî hene û ji bo ku edalet pêk were divê her du alî di heman tangê de bin. Lê bê ka ji çi ye, çi bibe jî, ew her du aliyê terazê tu carî nayê heman tangê. Ji ber çi? Ji ber ku wekî famkirin, hestpêkirin û rûniştandina di hiş û mêjiyê de, edalet, pêkanîneke îqtîdarî ye. Loma jî her carê, aliyê desthilatdar pîvan û awayên edaletê diyar dike.

Herçî wêje ye, çendî ku bi taybetî ji alî hin derdoran ve hewl tê dayîn ku wekî hunerek bêalî were nîşandan jî, tu carî ne bêalî ye. Di mîtosan, di çîrokên efsaneyî, di çîrokên gelêrî, di wêjeya modern de jî, wêje ne bêalî ye. Hemin ku ne bêalî ye, gelo em dikarin bêjin; wêje xwedî desthilatekê ye an jî em hinekî din jî zorê bidinê em ê karibin bêjin doza desthilatekê dike? Belkî jî…

Ji bo ku em xweşikî karibin tê bigihîjin, ez ê ji romanên kurdî û tirkî, ên ku wekî romanên pêşî û avakar tên zanîn, bi hin pirsan, mînakan bidim.

Gelo çima di romana H. E. Adıvar a bi navê Kurê Zeynoyê (Zeyno’nun Oglu) de du Zeyneb hene, Yek jê stenbolî û xwenda ye û tirk e, jineke rêzdar, çandyar û birûmet e, a din jineke kurd e, neperwerî ye û nezan, çors û bêteşe ye. Yanî yek jineke xwedî îqtîdar e, a din jineke bindest e. Û gelo çima roman bi vê desthilatê dimeşe. Û her wiha, çima Zeynoya kurd, bi qomitanê tirk Hesen re dizewice? Çima zewac, yanî çima mêrbûna tirk Hesen wekî pîvanekê ye ji bo kedîkirina Zeynoya kurd a hov?

Gelo çima di romana M. Uzun a bi navê Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê de, Baz serbazekî doşirme ê tirk e? Û Baz hatiye welat ji şakî’yan (serhildêran) paqij bike. Kevok jî keçeke kurd e û bav û birayê wê ji alî desthilatdariya Baz ve hatine kuştin. Uzun, hay ji aliyên terazê heye. Loma hewl dide ku ji romana xwe re çareseriyekê peyde bike; ji bo vê jî, Kevokê dike evîndara Baz û dixwaze bi vê evînê di navbera wan de edaletekê saz bike. Lê hay jê nabe; evîna ku Kevok ji bo Baz di dilê xwe de xwedî dike ne evînek e ku di mercên mirovane de di dil de afiriye û daye der. Naxêr, evîna Kevok, ew evîn e ku ji bo desthilatdariya Baz daye der. Lêgerîna edaletê a Uzun di evîndariya Kevokê de, bêtir têk diçe û giraniya Baz (yanî îqtîdar) zêdetir dibe.

Di ser van her du romanan re, dixwazim bipirsim: Çima taseke teraza edaletê bi alî desthilatê ve ye û tim ew alî giran dikêşe?

Û çima ev desthilat tim nêr e?

Çendî ku em dixwazin bi erênîkariyekê wêje û edaletê bigihîjînin hev jî, ez ne di wê baweriyê de me ku edalet karibe di wêjeyê de cî bide xwe. Ji ber ku edalet, -heke hewce be ez dubare bikim- ji kok û bingeha xwe ve bi desthilatdariyê ve girêdayî ye û desthilatdarî jî ji kakil û koka xwe ve bêedaletî ye. Û ji ber ku wêje ne danezaneke desthilatî ye, têxebitîn û hewldana herî dilpak a danîşan an jî balpêdana ji bo edaletê a di wêjeyê de jî, dê bimîne wekî vegotineke wêjeyî. Loma jî, li şûna ku wêje berê xwe bide aliyê avakirina edaletê, karibe “bêedaletiyê” di nava xwe de nehewîne dê çêtir be.

* Dirêjahiya vê nivîsê, di Rojên Wêjeya Berawirdî a Amedê de hatiye pêşkêşkirin.
15.12.2018, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

ad

Di 3 saetan de Zagona Bingehîn guhartin

ad

2020: Kurdên ku xatir xwestin

ad

Rêveberiya Xweser mûçeya karmendên xwe sedî sed zêde kir

ad

Mustafa Gazî wefat kir

ad

3 mîlyon hebî formay sîparîş day

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname