Diyarname
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê bi awayekî fermî biryar dan ku "UNESCO"yê (Rêxistina Perwerdehî, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî) veqetin. Sedem jî wekî "pêşdaraziyên li hemberî Îsraîlê" nîşan dan.
Di meha kewçêra 2018'an de Serokdewletê DYA'yê Donald Trump biryar dabûn ku dê ji UNESCO'yê veqetin. Piştî wî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî ew şopandibûn û niha her du dewletan bi awayekî fermî ev biryara xwe ragihandin.
UNESCO'yê demek berê biryar dabû ku bajarê kevin ê El-Xelîl ê Filistînê bixe nava lîsteya mîrateya dinyayê. DYA û Îsraîl dijî vê yekê derketibûn.
Dîrektora Giştî ya UNESCO'yê Audrey Azoulay li ser vê biryarê got ku wan bi xemgînî ev biryar bihîstiye û îdîa kir ku UNESCO mafê azadiyê diparêze û heta niha li dijî antîsemîtîzm û nijadperestiyê derketiye.
UNESCO'yê heta niha gelek cih girtine nava lîsteya mîrateya dinyayê ku di nav van de li Amedê Bexçeyên Hewselê û Sûrên Amedê jî hene. Di dema pevçûnên li Amedê de Platforma Ji Xirakirina Sûrê Re Na ku 50 saziyên sivîl di nav de bûn bang li UNESCO'yê kiribû lê jê deng derneketibû.


