Diyarname
HDP jî di nav de 7 partiyên kurd li ser hilbijartina herêmî ya 31'ê adarê dê daxuyaniyeke hevbeş bidin.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya HDP'ê sibê 7 partiyên siyasî yên kurd dê bi hev re daxuyaniyek bidin. Daxuyanî 7'ê mehê (roja duşemê) set 11'an de li Amedê dê bê dayîn. Hevserokên HDP'ê Pervin Buldan û Sezai Temelli jî dê beşdarî daxuyaniyê bibin.
DBP, Tevgera Azadî, DDKD, Partiya Îmsan û Azadiyan, Partiya Komunîsta Kurdistan, PDK û PDK-T li ser hilbijartina herêmî îtîfaq kiribûn. Tê gotin ku li hin navçeyan ji van partiyan dê berendamên şaredariyê bêne nîşandayîn.


