Imer Kalo
Pêş ku kirîza Sûriyê di sala 2011'an de destpê bike, û di pişt re jî, pêş ku desthilatdariya hikumeta Sûriyê ji herêma Kobanî ya rojavayê Kurdistanê di roja 19'ê Tîrmeha sala 2012'yan de vekişe, xelk, nivîskar, rewşenbîr û medyaya kurdî, navê Kobanî durist dinivîsandin.
Navê Kobanî yê fermî ji aliyê hikumeta Sûriyê ve Eyn El-Ereb bû û navê Kobanî yê kurdî qedexe bû ku bi fermî were bikaranîn, lê piştî ku Rêveberiya Xweser di roja 27'ê Çileya sala 2014'an de li herêma Kobanî hat ragihandin, hêdî hêdî navên kurdî yên resen li bajar, bajarok û gundên herêma Kobanî hatin vegerandin, ku berê ji aliyê hikumeta Sûriyê ve hatibûn erebkirin, wekî mînak ku navê Kobanî kiribûn Eyn El-Ereb, Şêran kiribûn Firezdeq, Helinc kiribûn Xesaniyê, Êdiq kiribûn Yedî Qewî.
Vegerandina navên kurdî yên resen li bajar, bajarok û gundên herêma Kobanî, bibû cihê kêfxweşî û serbilindiya xelkê Kobanî, lê guhertina navê herêm û bajarê Kobanî, ji Kobanî ji bo Kobanê an Kobane û Koban, bûye cihê rexne û nerazîbûnê ji aliyê beşekî ji xelkê, nivîskar û rewşenbîrên Kobanî ve, û ev mijar berdewam li ser torên medyaya civakî tê gotûbêjkirin, û rexne li Rêveberiya Xweser têne kirin, ku navê Kobanî şaş binav dike, û dinivîsîne Kobanê. Her wiha gelek kurdên perçeyên Kurdistanê yên din û dezgehên medyayî yên kurdî û navdewletî navê Kobanî wekî Koban û Kobane binav dikin.
Şaşîtiya nivîsandina navê Kobanî, ne bi meram û mebesteke xerab e, lê ew wekî şaşîtiyeke rêzimanî hatiye nivîsandin, û ew jî ji ber tewandina şaş a navê Kobanî li gorî rêzimana kurdî ye, ango li şûna ku di tewandinê de binivisînin û bibêjin Kobaniyê, kirin Kobanê, wekî ku em bibêjin li Amedê, li Hewlêrê û li Mihabadê, lê ji ber ku tîpa dawiyê di navê Kobanî de tîpa "Î" ya dengdêr e, û li gorî rêzimana kurdî ya heyî, divê di tewandinê de, tîpa "Î" bibe "I", û tîpên "Y" û "Ê" li dawiya nav zêde bibin û bibe Koban-iyê, tenê tîpa "Î" bi "Ê" re di tewandinê de hatiye guhertin û bûye şaştiyek, bi vê yekê jî navê bajar yê resen û ritmê wî di bilêvkirinê de tê guhetin, û tenê Kobanî navê rast e, ne Koban, Kobane û Kobanê.
Navê Kobanî ji gotina company a înglîzî û latînî hatiye, ku dîroka vî navî jî vedigere sala 1911'an, wê demê kompaniyeke almanî projeya xeta tirênê ya ku ji Berlîna Almaniya ji derdora sala 1896'an ve destpêkiribû, piştî sala 1911'an, wê kompaniyê ew proje ber bi Asya û Rojhilata Navîn ve berdewam kiribû, û ew xeta tirênê ya ku heta niha li ser hesinê wê BBB 1912 nivîsandiye, derdora sala 1912'an gihîştibû Deşta Sirûcê, û dibêjin ku BBB kurtahiya navên Berlîn - Bexda - Besra ye.
Wê Kompaniyê navendeke xwe li Deşta Sirûcê, û li aliyê Bakurê Kaş û Girê Miştenûrê û her du gundên Kaniya Mişidê û Kaniya Ereban danîbû, û kesareyeke keviran li aliyê Rojhilatê Kaşê Miştenûrê danîbû, û xeteke tirênê ya demkî kişandibû wir, ku heta niha şûnwarên wê kesareyê û xeta tirênê li aliyê Rojhilatê Kaşê Miştenûr diyar in, û bi kesareyê kevir li wir hûr dikirin, û bi riya tirênê ew kevirên hûr li ser xetê belav dikirin, ew jî ji bo girankirin û bihêzkirina xeta tirênê bû ku wê demê kurdên Deşta Sirûcê jî wekî karker di wê Kompaniyê de kar dikirin, û digotin, ew li Kompanî kar dikin, û ji ber ku wê demê xelkê pir nizanîbû navên biyanî bilêv bikin, hêdî hêdî navê cihê ku navenda Kompaniya Almanî lê bû, kirin Kobanî.
Piştî ku ew xeta tirênê li Deşta Sirûcê bi dawî bibû, rawestgeke tirênê li cihê wê navenda kompaniya almanî çêbibû, û ew cih bibû cihekî rêwîtiyê yê girîng li Deşta Sirûcê, û her navê wê rawestgehê ji aliyê xelkê ve kompanî mabû, û piştî koçberiya beşekî ji xelkê ermenî ji ber zilm û zora Împratoriya Osmaniyan ber bi Deşta Sirûcê ve di sala 1915'an de, liv û tevgera wî cihî û navendê bêhtir bibû, û ermeniyan li wir dest kar û pîşeyên xwe kiribûn û xelk bêhtir lê kom dibûn, û li gorî Rêkeftina Saykis Bîko (Sykes-Picot) di sala 1916'an de, û piştî bidawîhatina Cenga Cîhanî ya Yekem û rûxana Împratoriya Osmaniyan, ew xeta tirênê bû sînorê di navbera her du welatên Sûriyê û Tirkiyê de, û Deşta Sirûcê kire 2 beş di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de, û hêdî hêdî ew navend û derdora rawestgeha tirênê bû bajar, û nav wî bajarî bû Kobanî.
Wate, navê Kobanî û ritm û bilêvkirina vê gotinê, ji gotina company a îngilîzî hatiye, yên ku bi zimanê îngilîzî dizanin, tê digihin ku ritim û bilêvkirina vê gotina înglîzî bi kurdî kompanî tê bilêv kirin, ku ji aliyê xelkê ve hatiye kurt kirin, û ji demkî kevin de, tîpa M ji bo hêsaniya bilêvkirinê jê hatiye kêmkirin, û bûye Kobanî.
Rast e guhertina tîpa "Î" bi tîpa "Ê" re ne tewaneke bi mebeste ji aliyê saziyên Rêveberiya Xweser ve, her wiha yên ku wê yekê rexne dikin, û nerazîbûna xwe nîşan didin, û dixwazin ew şaştî were serast kirin jî, ne ku dixwazin tewanekê li dijî saziyên Rêveberiya Xweser tomar bikin, lê li dawiyê ew şaştiyeke rêzimanî ya di navê herêmeke kurdî sereke ya rojavayê Kurdistanê de ye, ku rêjeya kurdan lê %100, û divê were serast kirin, ji ber ku nav û ritmê wî tê guhertin, loma divê bi çavekî berpirsiyar li vê mijarê were nihêrîn, û ew qet ne mijareke siyasî ye, heta ku bibe cihê nakokiyê di navbera kurdan de.
20.02.2019, Rûdaw


